Enwer Mişrif: Rêveberiya Xweser koçberên ji Idlibê pêşwazî dike

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Mişrif got: “Rewşa li Idlibê bandorê li hemû herêmên Sûriyê dike. Rêveberiya Xweser jî koçberên ji Idlibê pêşwazî dike.”

Têkildarî gûrbûna şêr yê li bajarê Idlibê, bandora wê li ser erdê û rêbazên çareserkirinê ya li gorî nêrîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer Mişrif ji ajansa me ANHA‘yê re axivî.

Enwer Mişrif di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Şerê li bajarê Idlibê bandorê li hemû herêmên Sûriyê dike. Bi taybet jî li  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û trajîdiya mirovahiyê zêdetir dike. Ev şer dihêle ku koçber berê xwe bidin herêmê. Wek tê zanîn ku ji beriya çend mehan 300 hezar kes ji Serêkaniyê û Girê Spî koçberî vê herêmê bûn. Niha jî em koçberên ji bajarê Idlibê pêşwazî dikin, lewma barê Rêveberiya Xweser zêdetir dibe. Ji ber rewşa hewayê ya dijwar trajediya koçberan jî zêdetir dibe. QSD û Rêveberiya Xweser hîn jî pêşwaziya koçberên ji Idlibê tên, dikin. Pêwîstiyên koçberan peyda dikin û dest bi vekirina kampek taybet ji bo bi koçberan kirine.”

Şêwirmedê Rêveberiya Xweser diyar kir ku rewşa Idlibê  ji ber rêgehên hevpeymanên Astana û Soçî bi bin ketin û dewletên garantor nedixwestin çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibîn in.

Enwer Mişrif got: “Şerê heyî xizmeta raya giştî nake, berovajî vê yekê bandoreke neyînî li aloziyê û çareseriya aloziya Sûriyê dike. Di heman demê de dê azara sivîlan li herêmên ku şer lê rû didin, zêdetir bike. Çareserî di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye. Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyekê ku dawî li şer û azarên Sûriyê were banga diyalogên Sûrî-Sûrî dike."

Şêwirmedê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer Mişrif di dawiya axaftina xwe de bang li dewletên destwerdana karûbarê Sûriyê dikin, kir û got: “Cidî bin û piştgiriya çareseriya siyasî bikin da ku ya aloziya Sûriyê bi dawî bibe.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din