Endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê: Dewleta Tirk berpirsa şehîdbûna Hevrîn Xelef e

Endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê kantona Şehbayê bang li civaka navdewletî, rêxistinên hiqûqnas, navdewletî û rejîma Sûriyê kir ku bi lezgînî tev bigerin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve zindî dike, rawestînin. Her wiha diyar kirin ku şehîdbûna sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef a bi destê çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi êrîşan re aktîf bûne, berpirsyariya dewleta Tirk a dagirker e.

Ajansa ANHA’yê nêrînên rêveber û endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya kantona Şehbayê wergirtin ku bi tundî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûn sedema şehîdkirina Hevrîn Xelef ji hêla şaneyên veşartî ve şermezar kir. Her wiha şaneyan bi êrîşkirina dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re fersend dît. Di heman demê de sersaxiya malbata şehîd Hevrîn Xelef û tevahî gelê Sûriyê dikin.

Rêvebera Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Şêrîn Qaso dijminatî û êrêkirina dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkanîna komkujî û binpêkirinan bi mafên tevahî pêkhateyan ji Ereb, Kurd, Ermen, Suryan û ji bilî wan ên di herêmê de şermezar kirin û piştrast kir dewleta Tirk hewl dide senaryoya Efrînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koçberkirina şênî, guhartina demografiya herêmê û vejandina çeteyên DAIŞ’ê yên êdî bi êrîşên dewleta Tirk re aktîf dibin, dubare bike.

Şêrîn Qaso wiha axivî: "Em der barê karasetên mirovî yên bi mafên şêniyan de pêk werin, bi fikar in, bi taybet bi hebûna girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê yên li wan herêman re. Li rexê jî kampa Holê heye ku tê de bi hezaran malbatên DAIŞ’ê yên tundraw hene jî metirsiyar in."

Di berdewama axaftina xwe de Şêrîn xebata tirsonak û sûcê ku çeteyên dewleta Tirk bi mafên sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku bi destê çeteyên ku bi êrîşên dewleta Tirk re aktîf bûne, şermezar kir. Li rexê jî civaka navdewletî der barê sûcên vê dijminatiyê ku pê re DAIŞ ji nû ve vedigere, berpirsyar dît.

Her wiha endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Henîf Bîlal serê malbata şehîd Hevrîn Xelef û tevahî gelê Sûriyê sax kir û pişterast kir ku ew wek endamên partiyê dê rêça şehîd Hevrîn Xelef bişopînin, nameya wê bigihînin tevahî cîhanê. Di heman demê de êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tevgerkirina civaka navdewletî ya rawestandinê, şermezar kir.

Ji aliyekî din ve jî rêvebera Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Zêneb Husên wiha axivî: "Senaryoya dagirkirina Efrînê careke dîtir dubare dibe. Em wek Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bang li tevahî cîhanê û kesên xwedî wijdan dikin ku tev bigerin û bikevin rewşa awarte ya xetereya êrîşkirina dewleta Tirk a ku dê bi xwe re encamên karesat li ser tevahî cîhanê bîne. Dê ji nû ve DAIŞ, terorê û tundrawan li tevahî cîhanê belav bike û ji wê zêdetir jî armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

(fr)


Mijarên Din