Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê: Divê çeteyên DAIŞ`ê li xakên ku sûc kirine, bên darizandin

Daxwazên şênî û rûspiyên eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên sivîl ji bo avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê  zêde  dibe. Îro endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî daxwaza avakirina dadgeheke navnetewî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kirin.

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û niha di zindanên li herêmên Rêveberiya Xweser de ne. Ev çete ji bo herêmê barekî giranin. Ji ber vê yekê daxwaza avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darzandina çeteyan zêde dibe.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif îşaret bi girîngiya avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darzandina çeteyên DAIŞ`ê kir û got: “Divê dadgeh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin. Piştî QSD`ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di aliyê leşkerî de herêm ji terorîstên DAIŞ`ê rizgar kir, niha di aliyê îdyolojî de şerê wan dike. Ev pêvajoya herî zehmet e. Em bang li Civaka Navnetewî dikin ku vê dadgehê ava bikin da ku DAIŞ`yan ji bo sûcên ku kirine, darzînin.”

Endamê Meclisa Zagonsaz Xelef El-Esed wiha got: "Divê Civaka Navnetewî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binêre ku ew xwediyê maf in, ku çeteyên DAIŞ`ê darizînin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kobanê heta Baxozê çete têk birin."

Her wiha endamê Meclisa zagonsaz Ziyab El-Cîlat daxwaza avakirina dadgehekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare kir û wiha got: "Zarokên me parastina hemû cîhanê kirin. Ne tenê parastina herêmên xwe kirin. Ji ber ku DAIŞ`ê gef li hemû cîhanê dixwar."

ANHA


Mijarên Din