​​​​​​​‘Endamên hikumeta Sûriyê gule berdan me’ 

Birîndarên ji navçeya Geranîc yên ku bi destê endamên hikumeta Sûriyê berî du rojan birîndar bûbûn got “Ev operasyon bertekeke dijberiyê ye piştî binketina hewldana hikumeta Sûriyê ya deristina fitneyê li herêmê” û daxwaz ji QSD’ê kir ku sivîlên li herêmêm nêzî herêmêm serweriya hikumeta Sûriyê biparêzin.

Piştî bûyera hedefgirtina hikumeta Sûriyê ji navçeya Geranîc ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê û ya ku tê de 2 sivîl birîndar bûn, ANHA’yê bi birîndaran re hevdîtin çêkirin.

Mûsa El-Sultan yê ku bi kurê apê xwe Xenam El-Sultan re û ji destê xwe birîndar bûye ku kesekî astengdar e, piştrast kir ku ev ne cara yekê ye ku hêzên hikumeta Sûriyê  û alîgirên wê  li dijî sivîlan dijminatiyê dikin.

Mûsa û Xenam ku karê masivaniyê dikin, dema ku li ser çemê Firatê masî digirtin, komek ji endamên hikumeta Sûriyê gule berdan wan û birîndar kirin. Şêniyên gund her du birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Mûsa El-Sultan piştrast kir ku hêzên hikumeta Sûriyê herêmên nêzî çemê Firatê bi domdarî bi çekên giran û sivik hedef digirin ku ev bertekek ji endamên hikumeta Sûriyê ye ku nikarin li heremên Rêveberiya Xweser fitneyê çêkin û vê carê ji ber binketina xwe ya hewldana di di navbera eşîra Igêdat û QSDê de fitneyê derxin, li ser sûîqestkirina şêx Miteşer El-Hefil. 


Mijarên Din