Endamekî El-Nusrayê xwe radestî QSD`ê kir

Endamekî Cebhet El-Nusra ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku bi eslê xwe ji Idlibê ye, li bejahiya Girê Spî xwe radestî QSD’ê kir.

Endamekî Cebhet El-Nusra ya girêdayî dewleta Tirk; Mûeyed Ebdo di sala 2011`an de di nav Artêşa Şoreşgeran de maye. Lê piştî wê li Idlibê ji hêla rejîma Sûriyê ve tê girtin û 6 salan di zindanê de dimîne.

Piştî ku Ebdo ji zindana rejîmê derdikeve, berê xwe dide Tirkiyê da ku debara malbata xwe bike. Li Tirkiyê di avakirina avahiyan de kar dike. Piştî wê vedigere bajarê Idlibê, lê ji ber rewşa şer diçe Efrînê.

‘REWŞ LI IDLIBÊ TIRSNAK BÛ, JI BER WÊ EZ REVIYAM EFRÎNÊ’

Mûeyed Ebdo anî ziman ku rewş li Idlibê tirsnak bû û wiha dewam kir: “Em li Idlibê bûn, şer dijwar bû û rewş tirsnak bû, nexasim bi hebûna Cebhet El-Nusra û komên terorîst ên din. Lewra ez reviyam Efrînê. Li Efrînê jî mirov nikare wek sivîl bijî, divê mirov bi komên terorîst re be. Rewşa li Efrînê ji Idlibê xerabtir bû, çeteyên li wir komên diz bûn û mal û milkên welatiyan didiziyan. Bihane hazir bûn, lewra sivîl digirtin û bi qîmeta 15 hezar dolar fîdye ji wan dixwestin da ku werin berdan.”

Der barê birina wî ber bi Girê Spî ve, piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha derbasbûyî de, Mûeyed Ebdo got: “Bi basan em ji Tirkiyê birin Girê Spî, lê rewşa li Girê Spî ji Efrînê jî xerabtir bû.”

Piştî ku Ebdo derbasî Girê Spî dibe, gelek kiryarên çeteyên Tirkiyê û komên girêdayî wê dibîne. Ebdo dibêje: “Min bi çavên xwe dît û ez şahid bûm ku çeteyên Tirkiyê û leşkerên wê mal û milkên sivîlan didizin û talan dikin, wekî genim, ceh û erebe. Lê wijdana min qebûl nekir. Gelek caran cilên QSD`ê li xwe dikirin û derbasî malan dibûn û didiziyan da ku ji gel re bidin diyarkirin ku qaşo QSD`ê dizî dike. Her wiha teqînên ku li Girê Spî jî çêdibin, bi fermana Tirkiyê pêk tînin û QSD`ê jî tawanbar dikin.”

 ‘HEMÛ KOM LI GORÎ FERMANÊN ARTÊŞA TIRK DIXEBITIN’

Ebdo got hemû komên çete li gorî fermanên dewleta Tirk kar dikir û wiha dewam kir: “Ne xema wan e welat, rûmet û şeref. Tenê daxwaza wan pere û dolar e, tu rola wan di herêmê de tune ye, ew çete bi pere li gel dewleta Tirk in.”

Mûeyed Ebdo destnîşan kir ku gel li herêmên dagirkirî wekî Efrîn û Girê Spî di bêzariyê de ye, ji ber heqaret li wan tê kirin û wiha domand: “Gel dibîne wan mal û milkên wan tê dizîn.”

Ebdo got ji ber dabeşkirina tiştên ku dizîne, şer di navbera komên çete de derdiket û rojekê beriya ku were, serçeteyekî erebeyeke sivîl dizî.

Piştî ku Mûeyed Ebdo bi hinek şervanên QSD`ê re dikeve nav têkiliyan, dixwaze derbasî nav hêzên QSD`ê bibe. Ebdo ji aliyê gundewarên Xalidiyê û seyrangeha Seqir li rojava yê Eyn Îsayê ji nav komên çeteyan derdikeve û xwe radestî QSD`ê dike. Her wiha hin çek û cebilxane yên wekî  doşka, bisfing, BKC, 4 kalaşnîkof, termal, dûrbîn, M-16 û hejmareke zêde fîşek radestî QSD`ê dike.

Ebdo di dawiya axaftina xwe de got: “Ez bang li hemû kesên di nava komên çete de dikim û welatparêzan, bila berê xwe bidin QSD`ê. Min rastiya dan û standina QSD`ê dît, min piştrast kir ku ew sûrî û welatparêz in. Ji xew şiyar bin, ji ber ku Erdogan me difiroşe.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din