Endamê TEV-ÇAND‘ê Dilgeş Hisên li Tirbespiyê hate bibîranîn

Li Tirbespiyê endamê Tevgera Çand û Hunerê hunermend Dilgeş Husên di salvegera şehadeta wî ya 4‘emîn de hate bibîranîn.

Endamê Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ya navçeya Tirbespiyê hunermend Dilgeş Hisên 30‘yê Tebaxa 2016‘an de di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû.

Ji bo bîranîna şehîd Dilgeş Hisên îro Tevgera Çand û Hunerê ya Hêzil a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi beşdarbûna malbat, hevalên wê û bi dehan şêniyên navçeyê merasîmek li navedê li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê bi navê malbata şehîd apê wî Fesîh Hisên û bi navê hevalên şehîd Dilgeş, Mustefa Arkan axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di her aliyan de kedeke bêhempa hate dayîn. Her wiha hate gotin ku di warê çand û hunerê de gavên mezin hatin avêtin.

Kesên axivîne diyar kir ku şehîd Dilgeş roleke mezin di vejandina çand û hunera gelê xwe de list. Kesên axivîn soz da ku ew ê xeta şehîdan bidomînin heta armancên wan bi cih bînin.

Piştî axaftinan Koma Şehîd Dilgeş a navenda Hêzil stran şoreşgerî gotin. Helbestvan Ehmed Cetelê jî helbest li ser şehîdan xwendin.

Ji herêma Xabûrê, Koma Stêrik a jinan çalakiyên folklorî li dar xistin.

Di dawiya merasîmê de hunermend Sîpanê Xelatê hin stranên şoreşgerî gotin.

ANHA


Mijarên Din