Encamên şer û berxwedana roja 37’an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê berdewam dikin. Di roja 37’an a şer û berxwedanê de artêşa Tirk bi balafirên bêmirov û tank û topan herêm bombebaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî şer û berxwedana roja 37’emîn daxuyaniyeke nivîskî weşand. QSD’ê îşaret pê kir ku komên çete hewl didin herêma li derdora Eyn Îsa û rêka navdewletî ya M4 ji şêniyên wê vala bikin, gundên vê herêmê dagir bikin û malbat û alîgirên xwe lê bi cih bikin.

Her wiha QSD’ê ragihand ku 2 şervanên wan şehîd bûne û 6 şervanên wan jî birîndar bûne.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Artêşa dagirker û komên çete li seraserê xeta eniyê û herêmên sîvîl êrişên xwe yên dagirkeriyê domandin û hewl da qadên li derveyî rêkeftinan dagir bikin. Bi vê armancê artêşa dagirker li herêmê bi balafirên bêmirov bombebaran pêk anîn û her wiha qad dan ber top û tankan.

Til Temir

Artêşa dagirker bi armanca dagirkirina gundên Dawûdiyê û Êrişa bi balafirên bêmirov û çekên giran êriş birin ser van herêman. Artêşa dagirker bi hejmarek zêde çeteyên xwe, bi piştevaniya balafirên bêmirov êriş birin ser herêmên sîvîl. Di encamê de di navbera şervanên Meclisa Leşkerî a Suryanî û komên çete de pevçûnên giran qewimîn û di encamê de komek ji şervanên Meclisa Leşkerî a Suryanî şehîd ketin û birîndar bûn.

Artêşa dagirker li gundê Êrişa bi balafirên bêmirov êriş birin ser herêmên sîvîl. Dîsa li gundên Ebûş û Dawûdiyê artêşa dagirker bi tank, top û balafirên bêmirov êrişên giran li dar xistin.

Artêşa dagirker her wekî din bi armanca dagirkirina qadên nû yên li derdora Eyn Îsa û rêka navdewletî ya M4, bi balafirên bêmirov, tank û topan gundewarên vê herêmê bê navber topbaran kirin. Komên çete bi êrişên xwe hewl didin gundên li vê herêmê ji şêniyên wê vala bikin, van gundan dagir bikin û malbat û alîgirên xwe yên ji herêmên din yên Sûrî lê bi cih bikin.

Di encama êrişên artêşa dagirker ên li ser çeperên hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî ku li qadên derveyî rêkeftinê ne, 2 hevalên me şehîd ketin, 6 hevalên me birîndar bûn.”


Mijarên Din