Encamên roja 60`emîn a Berxwedana Rûmetê eşkere bûn

​​​​​​​Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên roja 60`emîn a berxwedan û şerê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên roja 60`emîn a şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa dagirker û komên çete, di roja 60’an a êrîşên dagirkeriyê de tevger û amadekariyên xwe yên êrîşan domandin. Li seranserê herêmê amadekariyên êrîşan berdewam kirin.

EBÛ RASÊN

Artêşa dagirker û komên çete li gundê Ûm El-Şeifa bi çekên giran û roketavêjan êrîş birin ser herêmên sîvîl. Her wiha herêm bi saetan bi dijwarî hate topbarankirin û tevgera balafirên bêmirov li qadê bê navber berdewam kir.

TIL TEMIR

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li herêma gundê Um El-Kêf hewl da êrîş bibin ser herêmên sîvîl û dagirkeriya xwe berfireh bikin. Her wiha bi çekên sekvaniyê êrîş hatin lidarxistin.

LI DÊREZORÊ DI ÊRÎŞA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DE 4 SÎVÎL ŞEHÎD BÛN

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên ku êrîşên dagirkeriyê yên li bakurê Sûriyê ji xwe re derfet dîtin, li herêma Dêrezorê jî tevger û êrîşên xwe yên li ser sîvîlan zêde kirin. Di encama êrîşeke teqemenî ya li vê herêmê de 4 sîvîl şehîd ketin."


Mijarên Din