Encamên roja 55`an a Berxwedana Rûmetê

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên roja 55`ana berxwedana li Rojava û Bakur û Roujhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Navenda Ragihanê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên roja 55`an a şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevgera keşfê û topbarana arteşa Tirk a dagirker û komên çete li seranserê heremê berdewam kir.

AMÛDÊ

Duh di saetên berêvarê de arteşa Tirk a dagirker li aliyê Amûdê deriyek vekir û xwest bi maşîneya kar rê çêkin. Piştî bersivdayîna hêzên artêşa Sûriyê maşîneya kar paşde vegeriya û xebata rêçêkirinê hat sekinandin.

EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete nêzî herêma Qizalî gundên Ebû Sira, Korikê, Um Hiwêş bi obus û hewanan topbaran kirin. Di encamê vê topbaranê de 2 leşkerên artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da, 3 leşker jî birîndar bûn."

 


Mijarên Din