Encamên hilbijartinên Yewnanistanê: SYRIZA bû partiya opozîsyonê

Di hilbijartinên pêşwext ên Yewnanistanê de Partiya Demokrasiya Nû ya rastgir bû yekemîn û dikare bi tena serê xwe hikumetê ava bike. Partiya çepgir SYRIZA ya serokwezîr Tsîpras jî bû duyemîn.

Li Yewnanistanê di hilbijartinan de partiya rastgir Demokrasiya Nû ya Kyriakos Mîçotakîs ji sedî 39.7 ê dengan wergirt û bû partiya yekemîn û li parlamentoya welat ji 300 parlamenteran 158 parlamenter wergirtin.

Partiya SYRIZA ya Aleksîs Tsîpras jî ji sedî 31.5’ê dengan wergirt û hejmara parlamenterên wê ji 144 parlamenteran daket 86'an. Hilbijêr SYRIZA’yê sûcdar dikin ku sozên xwe pêk neanîne û polîtîkaya teserûfa giran li wan ferz dike.

Kyriakos Mîçotakîs (51) ku lîderê partiya rastgir a Demokrasiya Nû ye, got "Serdemek biêş bi dawî dibe" û îdia kir ku dê bersivê bide hêviyan.

Çîpras: Em ê xwe ji nû ve ava bikin

Aleksîs Tsîpras jî qebûl kir ku di hilbijartinan de têk çûye û Mîçotakîs pîroz kir. Serokwezîrê heyî Çîpras soz da ku dê di muxalefetê de çalak be û xwe ji nû ve ava bikin.

Di hilbijartinan de partiya KINAL ku ji nava partiya berê ya sosyalîst PASOK'ê ava bû, bi 22 kursiyan bû partiya sêyemîn. Partiya Komunîst KKE jî 15 kursî wergirtin. Partiya Çareseriyê ya Neteweperest jî 10 kursî, pariya MeRA25 a wezîrê berê yê maliyeyê Yanîs Varûfakîs jî 9 kursî wergirtin.


Mijarên Din