Emro El-Dîb: Ji hevdîtinên Rûsya-Tirkiyê yên duh tu encam derneketin

Gerînendeyê Navenda Pisporên Realîst a Rûsî Dr. Emro El-Dîb piştrast kir ku hevdîtinên Rûsî-Tirkî yên duh, tu encam jê derneketin. 

Îro careke din dan û standinên Rûsî-Tirkî piştî ku yên duh têk çûn, dest pê dikin.  Têkildarî mijarê endamê Peymangeha Têkiliyên Navneteweyî û Dîroka Cîhanî ya girêdayî Zanîngeha Lobachevsky û gerînendeyê Navenda Pisporên Realîst a Rûsî Dr. Emro El-Dîb ji ajansa me re axivî.

El-Dîb di destpêka axaftina xwe de got: "Têkildarî dan û standinên duh ên Rûsya-Tirkiyê tu encam jê derneketin. Lê wê hevpemanek ku hemû alî li Idlibê jê razî bin, çêbe, ji ber ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyê têkiliyên xurt in û ne pêkan e ku ji bo Idlibê xerab bibe, her wiha dê her du alî yekser neyên hemberî hev."

El-Dîb bi domdarî got: "Rewşa di vê demê de, wê her tişt li gorî xwe bimîne da ku herêmên zêde werin kontrolkirin an jî her alî ka wê çi qas herêmê kontrol bike. Piştre wê agirbesteke demkî li Idlibê çêbe, lê bêyî hebûna koma Tehrîr El-Şam."

Emro El-Dîb bal kişand ser van xalên girîng û got: "Gavên ku hatin avêtin, tenê koordîneya leşkerî di navbera her du aliyan de ne, da ku şer çênebe û hemû şaşiyên ku wê bihêlin leşkerên Rûs û Tirk werin kuştin, werin derbaskirin. Ji ber ku ev yek ji her du aliyan re girîng e, ji ber ku eger kuştin çêbe, dê raya giştî ya Rûsya û Tirkiyê gur bibe. Çawa be jî dê hevpeymana li ser agirbesta li Idlibê pêk were, lê pirsa di vir de; wê kengî be?"

Der barê îhtîmala mitabaqatekê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, El-Dîb got: "Tu mitabaqat tune ne. Em behsa tiştên xeternak dikin, hêzên terorîst hene, gefan ne tenê li ser sivîlan çêdikin, gefan li ser hêzên Rûsyayê yên li Himêmîmê jî çêdikin."

(kc)

ANHA


Mijarên Din