Emîne Osê: Girtina nûnerên me dikeve xizmeta dewleta Tirk

Emîne Osê têkildarî girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK'ê ve diyar kir ku girtina nûneran hemwextî lihevkirinên PDK'ê yên bi Tirkiyê re pêk hat û destnîşan kir ku ev kiryar xizmeta dewleta Tirk dike.

Desthilatên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 10’ê vê Hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên li Hewlêrê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwîzkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê girtin. Çarenûsa nûnerên girtî heta niha ne diyar e.

Girêdayî mijarê, Şêwirmend û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê girtin nûneran şermezar kir û got: "Girtinan nûneran hemwextî peymanên bi guman ên desthilata Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re pêk hatin, ku bi hinceta şerê li dijî PKK'ê dagirkrina xaka Kurdistanê armanc dikin."

DIVÊ KURD XWEDÎ HELWEST BIN

Emîne Osê anî ziman li hemberî girtina dîplomatan û êrişên dewleta Tirk pêwîstî bi helwesteke xurt a gel heye û wiha domand: "Ji ber gertina hevrêyên me yan jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê, ji gelê Kurd heta ji hikumeta Iraqê tê xwestin ku bibin xwedî helwest."

Emîne Osê da zanîn ku gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe nîşan dan ku divê ev êriş werin rawestandin û got, ji ber ku dikevin xizmeta dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên berfireh ên li xaka Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Emîne Osê diyar kir ku armanc ji girtina dîplomatan û lihevkirina bi dewleta Tirk re û piştgiriya wê derbekirina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wiha domand:  "Gelê Kurd roleke pêşeng di şerê li djiî DAIŞ'ê û rizgarkirina herêman û avakirina Rêveberiya Xweser de lîst. Lê projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê li xweşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê planek li dijî wê danîne û hewl didin pêk bînin."

GIRTINA DÎPLOMATAN BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YE

Emîne Osê da zanîn ku êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê dê teqez bandorê li pêşerojê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha axivî: "Ji lew re baldarî, hişyarî û helwesteke cidî û xurt hewce ye. Gelê me ev baldarî û hişyarî bi xwepêşandanên girseyî yên li dijî vê dagirkeriyê û li dijî girtina hevrêyên me yên dîplomatî nîşan dan."

Emîne Osê eşkere kir ku girtina dîplomatan binpêkirina qanûnên naveteweyî ye û wiha got: " Nûnerên me fermî ne, nûnertiyên me ruxsetkirî ne, ji dema damezrandina rêveberiyê ve navendên me hene, ew jî navgîna di navbera dîplomatên ji derve bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne."

Emîne Osê diyar kir nûner li ser karên xwe bûn, baldarî û rêzgirtina xwe ji qanûnên Başûrê Kurdistanê re diyar kirin û wiha pê de çû: "Lê girtina wan dê bandoreke neyênî li têkiliyên pêşerojê bike."

DAXMAYA ŞERMÊ YE

Emîne Osê girtina nûneran ji hêla PDK’ê ve bi "daxmayeke şermê li eniya wê" bi nav kir û wiha got: " Li tevahî dewletên Ewropa kurdan ji rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetên partî û nivîskaran helwestên xwe nîşan da û destwerdan li vê mijarê kir ku ev komploya dewleta Tirk ku hewl dide şerê birakujiyê derxe, rawestîne. Ji ber armanca wê derbekirina destkeftiyan e."

Emîne Osê bi domdarî got: "Kedên ku hatine dayîn, dengê ku em ji tevahî siyasetmdaran û kolana kurdî dibihîsin ji me re diyar dike ku PDK'ê ya yekane ye ku bi hinceta şerê li dijî PKK'ê hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Lê di bingeh de ev lihevkirin dihêle ku Tirkiyê gavên xwe di xaka herêma Kurdistanê de zêde bike."

Şêwirmend û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku ev keda gelê me û tevahî rewşenbîrên me bi encam bibin ku girtinên bêserûber ên li dijî nûner û dîplomatên me rawestin."

)fr(

ANHA


Mijarên Din