Emîna Umer: Şêniyên Idlibê rastiya dewleta Tirk nas kir

Hevseroka MSD’ê Emîna Umer di axaftina xwe ya li komcivîna ku li bajarê Helebê tê lidarxistin de, tekez kir ku xwepêşandanên gel li Idlibê li dijî dewleta Tirk tê wateya ku şêniyên Idlibê û gelê Sûriyê nas kiriye ku dewleta Tirk wan ji bo pêkanîna ejindeyên xwe bi kar tîne.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer di komcivîna ku ji aliyê MSD`ê şaxê Helebê ve bi dirûşma "Bi hev re ber bi avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk ve" de geşedanên dawîn ên li herêmê nirxandin. Komcivîn ji bo nîqaşkirina projeya meclisê bi rewşenbîr û siyasetmedarên serbixwe re tê lidarxistin.

Emîna Umer behsa rewşa herêma Idlibê kir ku di van deman de û piştî operasyonên leşkerî ku li herêmê çêdibin û sefqeyên ku herêm radestî hikûmeta Sûriyê were kirin derbasî qonaxeke girîng bûye.

Emîna got:"Mijara Idlibê girêdayî hebûna gelek komên çete ye ku destekê ji Tirkiyê digirin. Rejîma Sûriyê bi alîkariya Rûsyayê helw dide serweriya xwe li ser wê ferz bike. Rûsya û Tirkiye girêdayî parastina sînor li hev kir. Lê heta roja me ya îro jî tu pêkanîna lihevkirina vekişandina çekên giran pêk nehatiye. Ji ber baweriya çeteyan bi Tirkiyê nayê ku Xûta, Heleb û herêmên din ên Sûriyê radest bikin. Ev yek jî bû sedem ku Rûsya vê lihevkirinê bi hinceta ku ji aliyê Tirkiyê ve pêk nehatiye, binpê bike.”

Di berdewama axaftina xwe de Emîna Umer destnîşan kir ku piştî 3 mehan ji destpêkirina şer hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Xan Şêxûn careke din xist bin serweriya xwe, ji ber wê jî ev şer bû sedem ku bi sedan sivîl koçber bibin û aloziyeke mirovî ya nû çêbe.

Der barê pêkanîna lihevkirinên nû de Emîna destnîşan kir ku piştî lûtkeya awarte di navbera serokkomarê Tirkiyê û serokê Rûsyayê de li Moskovê hat lidarxsitin, her du aliyan li hev kir ku Tirkiyê rêya navdewletî radestî rejîma Sûriyê bike, bi temamî şer were rawestandin û ev yek bû sedem ku gel rastiya wê nas bike.

Der barê rewşa dawî û xwepêşandanên gel ên li dijî dewleta Tirk de Emîna wiha axivî: "Destwerdana Tirkiyê ji kar û barên Sûriyê re hişt ku şoreş ji rêya xwe derkeve. Ev yek ku me dixwest ji destpêkê ve îşaretê pê bikin. Lê piştî ku Xan Şêxûn hate radestkirin sivîlên wan herêman nas kirin ku ew mîna madeyan in li gorî berjewendiyên Tirkiyê têne kirîn û firotin. Ji ber wê jî hêrsa gel bi rêya şewitandina wêneyên Erdogan û girtina ser bi deriyê Bab Hewa de derket."

Hevseroka MSD`ê Emîna Umer wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha hemû civaka navdewletî bi hinceta ku girîngiyê didin aliyê mirovî, berovajî doza Efrînê û zexta civaka navdewletî ku Rûsya û rejîma Sûriyê neçar kir ku şer rawestîne, behsa wê dike. Ji ber armanca wê ku rêya navdewletî ya istratîjîk bixin bin serweriya xwe de. Komên çete jî tu çareserî ji bilî erêkirina agirbestê tune ye. Ma piştî nakokiyên bi Tirkiyê re wê bi kuve biçe. Nêrîna dewletan li gorî berjewendiyan tê guhertin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din