Emeliyatên li Nexweşxaneya Dil û Çavan serkeftî bûn

Nexweşxaneya Dil û Çavan  duyemîn emeliyata dil ji nexweşekî din re çêkir, bijîşkê ku emeliyet çêkirî da xuyakirin ku her du nexweş bi encamên baş ji emeliyatê derketin.

Piştî amadekariyên zêdeyî salekê ji bo çêkirina emeliyata dil li Nexweşxaneya Dil û Çavan ya li bajarê Qamişlo, di 20`ê mehê de yekemîn emeliyeta dil ji nexweşê bi navê Mihemed Berzencî (60) re bi çavdêriya tîma tenduristiyê hat çêkirin.

Di heman dîrokê de bi şev nexweşekî bi navê Ehmed El-Hemed (54) wekî rewşeke awarte ji Reqayê hat nexweşxaneyê, rêveberiya nexweşxaneyê di derengiya şevê de biryar da ku emeliyat jê re bê çêkirin.

Têkildarî mijarê Bijîşkê pisporê emileyata dil Selam Mihemed Hesen yek ji tîma bijîşkên ku emeliyat ji her du nexweşan re li nexweşxaney Dil û Çav çêkiriye wiha got: "Rewşa her du nexweşan baş e ruxmî ku nexweşê din wekî deswerdana lezgîn hat nexweşxaneyê û pêwîstiya wî bi emeliyatê hebû ji ber ku ji sedî 99 tamarên dilê wî girtî bûn, lê dîsa jî ew xeterî derbas kir."

Selam Hesen diyar kir ku nêzî 6 nexweşên din jî hene navê xwe tomar kirine dê di rojên bê de emeliyat ji wan re bê çêkirin.

Her wiha Selam Hesen da zanîn ku 5 bijîşk derbasî emeliyatan bûn, 2 ji wan pisporê emileyata dil bûn.

Welatiyê bi navê Keder Berzencî kurê nexweşê bi navê Mihemed Berzencî yekemîn nexweşê ku emeliyata dil jê re li Nexweşxaneya Dil û Çavan hatiye çêkirin, da zanîn ku ew û malbata xwe gelekî kêfxweş bûn ku encama emeliyatê baş bû û got: "Me xwest em li vir çêbikin ji ber ku Baweriya me gelekî bi rêveberiya nexweşxanê dihat, me nedixwet em herin başûrê Kurdistanê û Şamê ji ber lêçûna emeliyatê li wan deran zêde ye. Her wiha ji bo rewşa ewlehiyê jî me nikarîbû em herin Şamê."

)sb(

ANHA


Mijarên Din