Emel Xizêm: Me bergiriyên sînordarkirina bilindbûna bihayan li herêmên Rêveberiya Xweser girtin

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Emel Xizêm got "Çareya yekane ji derketina vê pirsgirêka aboriyê li Sûriyê bi çareya siyasî pêkan e. Ji ber wê me bergiriyên sînordarkirina bilindbûna bihayan li herêmên Rêveberiya Xweser girtin."

Hevseroka Desteya Aborî û Çandîniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Xizêm diyar kir ku wan bergiriyên sînordarkirina bihabûna kel û pelan li sûkan û çareseriyên guncaw wergirtin.

Li tevahî Sûriyê, bilindbûneke mezin a budçekirina dolar heye, her wiha her dolarek li hember lîreyê Sûriyê gihîşt 1200’an, wê jî bandorek li sûkan kir û kel û pelên sûkan bilind bûn.

Girêdayî mijarê Emel Xizêm wiha got: “Nirxê dolar li hember lîreyên Sûriyê li sûkan bilind bû û wê jî bandoreke neyînî ne tenê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê bandor li tevahî şêniyên Sûriyê kir."

Emel Xizêm piştrast kir ku çareya yekane ya aloziya aborî li Sûriyê girêdayî rewşa siyasî ye û her wiha bilindbûna nirxê dolar, berpirsyariya mezin a rejîma Sûriyê ye.

Emel Xizêm wiha pê de çû: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji dewleta Sûriyê ne û cezayên li ser wê, cezayên li ser wan herêman in jî."

Têkildarî bergiriyên ku Desteya Aborî û Çandîniyê ya Rêveberiya Xweser girtine, Emel Xizêm da zanîn ku desteya wan tevahî deste û komîteyên aborî yên 7 rêveberiyên xweser agahdar kirin ku çavdêriya zimhêrî li ser sûkan pir bikin da ku bihabûna daneyên xwarin û zimhêrê ku bandoreke neyînî li şêniyan dikin, sînordar bikin.

Emel Xizêm got ku dê li sûkan çavdêrî hebe û kesên li gel xwe tiştan digirin, lêpirsîn bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 giştîname di 16’ê vê mehê de derxistin ku qedexe ye kes mihan (pez) derbasî derveyî herêmên Rêveberiya Xweser bike.

Çavdêr û pirsporên aborînas dibînin ku krîza aborî ya Sûriyê bi encama pêkanîna cezayan e û divê tevahî alî bi rêya diyalogê çareyekê ji tevliheviya aborî ya li Sûriyê re bibînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din