Embarên herêma Firatê heta niha bêhtirî 38 hezar ton genim wergirtine

Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandinî ya herêma Firatê wergirtina genimê avî ji cotkaran didomîne û heta niha zêdetirî 38 hezar ton genim wergirtiye.

Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandinî ya herêma Firatê ji 28'ê Gulana borî ve di her sê embaran de (Rovî, Sirîn û Celebiyê) dest bi wergirtina genimê avî kiriye.

Li gor heman kampaniyê,  heta niha bêhtirî 38 hezar ton genimê avî yê îsal ji cotkar û bazirganan di embarên xwe de wergirtine û miqdareke mezin jê li aşên herêmê belav kir.

Di gel wergirtina gênim de, Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandinî ya herêma Firatê genim da herdu aşên Rovî û Kobanê da ku ard li firneyên herêmê belav bikin. Di du salên borî de her du aş ji ber hişkesaliyê ji xizmetê derketibûn.

Her embarek têra 12 hezar ton genim dike. Heta niha jî embara Çelebiyê bi temamî hate tijîkirin û embarên Rovî û Sirînê jî dê di demek nêz de tijî bibin.

Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandinî ya herêma Firatê planên dîtir ji bo bicihkirina genimê avî amade kirine. Kampaniyê dest bi amadekirina navendên xwe yên Kobanê kir; ku her yek ji wan têra 3 hezar ton dike û ji bo amadekirina baregehên din kar tê kirin.

Hevseroka Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandinî ya herêma Firatê Gulistan Şêx Ehmed da zanîn ku pêdiviya herêma Firatê ji gênim 60 hezar ton e, jê 55 ton pêdiviya aşên herêmê ye û 5 tonên din jî ji bo tov e.

Gulistan Şêx Ehmed teqez kir ku îsal genim bi awayekî baş berhem daye, embar jî bê pirsgirêk wergirtina gênim didomînin.

Gulistan Şêx Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku ji bo sivikkirina lêçûna veguhestina genim li cotkarên navçeyên Îsa, embara Galta ya bajarê Reqayê kete kar ji bo berhemên xwe bibin wir û got: "Di dawiyê de dê amarên gênim ji rêveberiya Kampaniya Pêşxistina Civaka Çandinî ya Reqayê bigihîjin me."

Gulistan Şêx Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî hişkesaliya li ser herêmê, miqdara wergirtina genimê avî heta niha baş e.

 (mh)

ANHA


Mijarên Din