‘Em ê îtîrafê bi vê destûrê nekin, ji ber aloziya Sûriyê kurtir dike’

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê yê şaxê herêma Firatê Kedîm Îbrahîm got: “Di bin navê çareserkirina aloziya Sûriyê de, gelek dewlet li ser xaka Sûriyê hesabên navxweyî  dikin. Yên ku berdêla van hesaban didin gelên Sûriyê ne.”

Di 2011`an de şoreşa Sûriyê dest pê kir û piştî demekê ejendiyên derve destwerdan kir, wê demê ve gelên Sûriyê hêviya guhartinê ne. Ji ber ku bi salan e gel ji ber siyaseta hikumetê bi êş û azaran re rû bi rû ne.Lê belê armancên van aliyan tenê berjewendiyan wan in.

Sal piştî salê destwerdana dewletan di kar û barê Sûriyê de zêdetir bû û gihaşt asta ku hin alî navê şoreşa Sûriyê bikin, şerê navdewletî û hin çavdêran jî gotin, ev şerê cîhanê yê sêyemîn e.

Di gel ku çavdêr didin zanin ku deswerdana aliyên derve di kar û barên Sûriyê de, aloziya welêt kurtir kirin û rêyên çareseriyê dûr xistin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Firatê Kedîm Îbrahîm ji ajansa HAWAR`ê re axivî û got: “Dewletên destwerdana aloziya Sûriyê bi aramanca kontrolkirina rewşê, rola xwe nelîstin û tenê li ser hesabên gelên Sûriyê berjewendiyên xwe dan pêş.”

Kedîm Îbrahîm destnîşan kir ku Tirkiyê dewleta herî zêde destwerdana rewşa Sûriyê kir û got: “Dewleta Tirk tenê ji bo berjewendiyên xwe derbasî Sûriyê bû. Isbata vê yekê jî dîroka dewleta Tirk, ji ber berî niha welatên ereban, herî dawîn jî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagirkir. Niha jî bi îdîayên avakirina "herêma ewle"dixwaze herêmên aram ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.”

Kedîm diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê balê dikişîne ser girîngiya pêşeroja gelê Sûriyê û gelên Sûriyê xwe bi xwe biryara çarenûsa xwe diyar bikin. Kedîm got: “Li gel ku hilbijartinên demokratîk werin lidarixstin.”

Serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê şaxê herêma Firatê Kedîm Îbrahîm bal kişand ser armancên nivîsandina destûra Sûriyê û wiha got: “Nebeşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê di destûra nû ya Sûriyê de û beşdarbûna dewletên xwedan berjewendî, nexasim dewleta Tirk, dê aloziya Sûriyê çareser neke, berevajî vê yekê kurtir dike û em ê îtîrafê bi vê destûrê nekin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din