`Em  tevahiya teşeyên asîmîlekirinê red  dikin`

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Musa Keno got: “Dewleta Tirk a dagirker di nav xewnên ne rast de dijî û dixwaze sînaryoya Lîwa Skenderon li Bakurê Sûriyê dubare bike. Em siyaseta dagirkeriyê û tevahî teşeyên asimîlasyonê red dikin.”

Herêmên Sûriyê yên ku Tirkiyê dagir kirine li gel tunebûna tu helwesteke raya navdewletî, hiqûqî, herêmî û cîhanî di nav aloziyek mirovî de ne.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê zimanê dayîkê qedexe dike, guhertina demografik pêktîne û li gel wê jî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê dide meşandin. Rojane binpêkirinên ji kuştin, talankirin, revandin û destavêtinê pêk tîne.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Musa Keno ji ajansa me re axivî û got: "Tirkiye dê di pêkanîna sînaryoya Lîwa Skenderon de li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine,  bi binkeve. Tirkiye di nava xewnekî de dijî. Li herêmê 5 artêşên cîhanî hene. Ne alîgirên Tirkiyê ne û ne jî alên xwe li ser gel ferz dikin.”

Derbarê armancên Tirkiyê yên ji bo bicihkirina şêniyên El-Xuta, Himsê û herêmên Sûriyê yên din, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Keno wiha axivî: “Tirkiye dixwaxze hebûna Kurdan tune bike. Lewra Tirkiye asîmlekirina herêmê û guhertina demografiya wê armanc dike. Ew jî dê rolek di tunekirina hebûna kurdî û qirkirina çanda kurdî de bilîze.”

Girêdayî helwesta fermî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ya di derbarê binpêkirinên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de, Keno wiha got: “Partiyê komîteyek ji bo şopandina binpêkirina dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ava kir. Ev komîte bi koordîneya rêxistinên hiqûqî raporên heftane li ser wan binpêkirinan dide. Tirkiye binpêkirinên xwe ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê didomîne, da ku Erdogan bighêje rêjeya ku beriya dagirkirina Efrînê behsa wê kiriye. Dema got rêjeya Kurd li vê herêmê ji sedî 35 e. Niha ji ber ku çeteyên dagirkeriyê bi zorê Kurdan didin koçberkirin, rêjeya Kurdan nêzî wê rêjeyê dibe.”

Di dawiyê de Musa Keno got: "Wek partî em bang li rêxistinên navdewletî, hiqûqî û mirovî dikin ku ji bêdengiya xwe ya kujer, derkevin. Em bang li wan dikin ku bi lez mudexele bikin da ku alîkariya şêniyên vî bajarî bikin. Ji ber ku dewleta Tirk nahêle heta rojname derbasî bajêr bibin û binpêkirinê xwe yên ku heta hişê mirov tehemul nake dike."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din