`Em ê te bikujin û kuştina te bixin stûyê QSD`ê`

Yesir Seyid Ehmed ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ye. Ehmed got: “Ez ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve bi hinceta danûstandina bi QSD`ê girtim. Îşkence li min kirin. Çeteyan ji min re gotin, ‘em ê te bibin eniyan û li wir te bikujin. Em ê kuştina te jî  bikin stûyê QSD`ê."

Ji roja dewleta Tirk a dagirker bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, binpêkirinên xwe yên hovane didomînin. Dagirker şêniyan didin koçberkirin û milkên wan talan dikin.

Xelekek ji rêzebinpêkirinên wan, serpêhatiya sivîlê bi navê Yesir Seyid Ehmed (46) ê ji gundê Cilka yê girêdayî bajarê Girê Spî ye. Ehmed diyar kir ku çeteyan bi hinceta danûstandina wî  bi QSD`ê re heye ew girtine. Ew êşkence kirine û milkên wî dizîne.

Ehmed wiha domand: "Çeteyan di nîvê şevê de  bi hincet danûstandina bi QSD`ê re, ser mala min de girtin. Bi rêbazên cuda bê merhemet ez îşkence kirim. Destê min bi werîsekê bi banê ve girêdan. Ji ber îşkenceya dijwar hiştin ku ez tiştên min nekirine bêjim tenê ji bo ku îşkenceyê rawestînin. Çeteyan 24 rojan di girtîgeheke bajarê Girê Spî de ez îşkence kirim. Gotin ‘em ê te bibin eniyên pêşîn û te bikujin. Em ê bûyera kuştina te têkin stûyê QSD`ê. "

Çeteyan, milyonek lîreyên Sûriyê tevî erebeya wî ya ku li gorî Ehmed bihayê  wê digihêje 12 milyon lîreyên Sûriyê, 20 bermîlên mazotê, 60 seriyên pez, kelûpelên mala wî, genim û cehê ku depo kiribû talan kirin.

Ehmed teqez kir ku li bajarê Girê Spî yê dagirkirî tevliheviyek mezin heye. Çete milkên sivîlan talan dikin û binpêkirinên cuda pêk tînin.

Piştî ku Yesir Seyd Ehmed 24 roj girtî li cem çeteyan dimîne, serbest tê berdan. Piştre dikare ji bajarê Girê Spî derkeve û tevî malbata xwe bigihêje bajarê Kobanê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din