‘Em ê stranên hozan Mizgîn heta hetayê bibêjin’

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê hozan Mizgîn bi boneya salvegera 28`emîn a şehadeta wê, bi bîr anî.

Îro 11 Gulanê ye anku salvegera 28`mîn a şehadeta hunermend hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) e. Bi vê boneyê Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê hozan Mizgîn li ser dikeya Mîtan bi bîr anî.

Di merasîma bîranînê de hunermend Nîroz Silêman îşaret bi qehremaniya hozan Mizgîn û jînenîgariya wê ya hunerî kir. Şehîd Mizgîn di stranên xwe de têkoşîn û berxwedana li dijî artêşa Tirk dide der.

Nîroz Silêman da zanîn ku ji ber rewşa heyî gel nikarin bicivin, ji ber vê yekê di salvegera 28`emîn a şehadeta Mizgîn de çend stranên neteweyî pêşkêşî gel dikin.

Muzîkjen Zîlan Sîdo jî soza şopandina rêya Hozan Mizgîn da û bi bîr xist ku ew ê li ser dikeyan û di boneyan de stranên şehîd Mizgîn heta hetayê bibêjin.

Di dawiyê de endamên Tevgera Kevana Zêrîn strana hozan Mizgîn a bi nave ‘Lo Hevalo’ û çend stran pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din