`Em ê şopdarên rêya şehîdan bin û em dev ji armancên xwe bernadin’

Fermandarên YPG, YPJ û Meclisa Leşkerî ya Kantona Hesekê Tekez kirin ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin û dev  ji armancên ku şehîdan ji bo wan xwe feda kirine, bernadin û wiha gotin: “Bi saya fedekariyên şehîdan û fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan em gihaştin vê astê.”

Ji bo bîranîna şehîdên ku di oxira parastina şoreşê, nirxên mirovî û jiyana hevbeş a li gorî projeya netewa demokratîk a Rêveberiya Xweser de xwe feda kirine, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) civîna 3`yemîn ji bo malbatên şehîdan ên bajarê Hesekê li hola Siko, li dar xistin.

400 malbatên şehîdan ên Hesekê û endamên saziyên sivîl tev li civînê bûn.

Hola civînê ya li taxa Xeşman bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdan, alên YPG, YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Aras Orkêş, bi navê Fermandariya Giştî ya YPG`ê Delîl Çirav û bi navê YPJ`ê endama Fermandariya Giştî Dilşah Efrîn axivîn.

Aras Orkîş di axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê yên ku ji bo parastina ax û gelê xwe şehîd bûne, bi bîr anîn û wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û bi saya şehîdên ji hemû pêkhateyên herêmê, em gihaştin vê astê. Bi saya wan me gelek destkeftî bi dest xistin.”

Orkêş destnîşan kir ku îsal sala serkeftin û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ye û wiha axaftina xwe domand: “Em ê her bihusteke axa dagirkirî rizgar bikin. Me li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe da û ew tune kirin û hîna jî em li hemberî wan êrişan li ber xwe didin.“

Orkêş di dawiyê de got: “Armanca me parastina mafên pêkhateyên herêmê ye. Em ê şoreşa xwe û nirxên mirovî biparêzin. Em soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê didin.“

Ji fermandarên YPG`ê Delîl Çirav jî got ku şehîdan ji bo pêkanîna wekhevî û azadiya di nava civakan de û ji bo ku gelên herêmê bi rûmet bijîn xwe fede kirin û wiha berdewam kir: “Ji lew re divê em asta têkoşînê bilind bikin. Ji ber ku ji berpirsyariya gelên herêmê ye ku projeya xwe ya demokratîk biparêzin.”

Delîl Çirav ji bo tunekirina hemû planên dijminan, banga yekitiyê û piştgiriya bi hêzên leşkerî re kir.

Dilşah Efrîn ku yek ji fermandarên YPJ`ê ye di civînê de axivî û diyar kir ku civîna îro bi ruhê şoreşê ev civîn tê lidarxistin û wiha domand: “Em miletekî aştîxwaz in, hebûna me ya îro bi saya fedekariyên rêhevalên me yên ji hemû pêkhateyan e, ev civîn girêdana me bi şehîdan û yekîtiya di navbera pêkhateyan de, îsbat dike."

Dilşah piştrast kir ku ew ê li eniyên şer li ber xwe bidin û tu carî dev ji armancên şehîdên azadiyê, bernadin.

Piştre Koma Tolhildan a Navenda Xabûr ya Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê, stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û senevîzyonak hate pêşandan.

(şx, dx)

ANHA


Mijarên Din