‘Em qebûl nakin ku aliyên derve forma destûra welêt ava bikin’

Şêniyan diyar kirin ku ew komîteya destûrî ya ku di vê dawiyê de ji bo amadekirina destûra Sûriyê ya nû ava bûye red dikin û dibêjin ew nûnertiya wan nake û encamên wê têkildarî wan nake.

Sekreterê Giştî yê NY`ê Antonio Guterres di 23`ê îlonê "Komîteya destûr" ku tê payîn rolekê di forma destûra nû ya Sûriyê de bilîze, an jî guhertinê di destûra niha de çêbike, bêyî beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD`ê ku nûnertiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ragihand. Ji ber vê yekê aliyên siyasî û civakî li Bakurê Sûriyê ev yek red kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herêma ku zêdetirî 5 milyon gelê Sûriyê û deh hezaran koçber û penaberan lê dimînin, bi rêve dibe, diyar kir ku encamên ji komîteyê ku nûnerên wan beşdar nabin têkildarî wan nake.

Der barê mijarê, şêniyên bajarê Kobanê ji ANHA`ê re axivîn, şêniyê bi navê Fîras Qasimlo wiha got: "Piraniya xaka Sûriyê bi saya xwîna şehîdên şêniyên vê herêmê hatin rizgarkirin, tevî wê yekê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîteya destûrê de tune ne, em vê yekê red dikin."

Qasimlo wiha domand: "Em tenê mafên xwe dixwazin, texmîn nakin ku ev komîte dê karibe çareseriya aloziyê Sûriyê bike, mîna wê mîna her komîteyên berê ku dewletên bi çarenûsa Sûriyê dilîzine."

Her wiha şêniyê bi navê Mihemed Xelîl  ji bajarê Kobanê got komîteya destûr ku ser li hev kirin, bêyî beşdarbûna nêviyê şêniyên Sûriyê, nikare pirsgirêkên Ii Sûriyê çareser bike, her wiha tiştekî ji gelê Sûriyê re jî pêşkêş nake."

Xelîl di berdewama axaftina xwe wiha got: "Kesên niha di komîteyê de beşdar dibin, nûnertiya me nakin, ew li gor berjewendiyên hin dewletan dixebitin, em vê komîteyê red dikin, rêya çareseriya Sûriyê dê bi rêya beşdarbûna şêniyên Sûriyê be.”

Her wiha Mislim Mihemed Bozan jî axivî û got: "Em şêniyên Sûriyê ne, ev jî welatê me ye, em dixwazin piştî hevdîtinên di navbera gelê Sûriyê de ku çareseriya aloziya herêmên Sûriyê bike, pirsgirêkên me çareser bibin, aliyên derve tiştekî ji me re pêşkêş nake, Tirkiyê herêma ji Idlib heta Cerablûsê dagir kiriye, em tenê kuştin û talankirinê li wan herêman dibînin.”

Xelîl wiha axaftina xwe bidawî kir: "Em tiştekî ji bilî vê yekê qebûl nakin, hemû şênî û eşîrên li van herêman qebûl nakin ku aliyên derve forma destûra welêt ava bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din