‘Em ê projeyên herêmên me dikin hedef, vala derxînin‘

Rûspiyên navçeyên Girkê Legê, ÇilaxaTil Koçerê diyar kirin ku ji bo rawestandina gefên Tirkiyê ew amade ne bi hemû awayan destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi tevlîbûna bi dehan rûspiyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa civînek li avahiya Sendîkeya Kedkaran a bajarokê Rimêlan ê Girkê Legê li dar xist.

Di civînê de endamê Meclisa PYD‘ê Abdulkerîm Saroxan axivî û şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

Sarûxan behsa dîroka mêtînger a dewleta Tirk kir û anî ziman ku kiryarên Erdogan ên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê berdewama siyasetên împratoriya Osmanî ye.

Sarûxan bal kişand ser hincetên dewleta Tirk a avakirina herêma ewle û got, Tirkiyê bi xwe teror û çeteyên wê derbasî herêmê kirin û anî ziman ku yên herêmê ji terora Tirkiyê parastin, bi xwe pêkhateyên herêmê ne.

Abdulkerîm Sarûxan diyar kir ku ew amade ne bi hemû aliyan di nav de Rejîma Sûriyê re diyalogan bikin da ku aloziya Sûriyê çareser bibe û Sûriyeke demokratîk ava bike.

Di dawiya civînê de rûspiyan daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê nûnerê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taha Weys El-Şemam ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin " Gefên Tirkiyê di serî de serwerî û aramiya Sûriyê dike hedef, ji sala 2011‘an ve hate niha binsaziya herêmê û civaka wê wêran dike û di vî warî de koçber wekî kaxezekê bi kar anîn.  Em bang li şêniyên gelê xwe dikin ku nekevin xefa siyasetên dewleta Tirk û rêxistinên terorîst, em bang dikin li warê xwe vegerin û bi şêniyên xwe re bi aştî bijîn. Bi hev re em siyasetên ku hewl dide fitne û şerê navxweyî di navbera eşîre, netew û qebîle û mezheban de derxînin vala derxînin."

Rûspiyan diyar kirin ku li dijî gefên Tirkiyê ew amade ne bi hemû rêbazan destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî û wekî şaneyeke hingiv bi hev re projeyên dagirkeriyê vala derxînin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de rûspiyan bang li hemû welatan ên ku li gel QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê şer kirin, kirin ku erka xwe ya exlaqî pêk bînin û bersiva êrîşên muhtemel bidin û got. Nepêkanîna vê erkê dê zemîneke guncaw ji bo derketina DAIŞ‘ê deyne.

ANHA


Mijarên Din