‘Em li Efrînê mezin bûn, em ê di axa wê de werin definkirin‘

Beşdarên panela ku Buroya Rêxistinî ya MSD‘ê lidar xistibû gotin: "Efrînê bi têkoşîna xelkê xwe wê rizgar bibe, ji ber ku Efrînê dayik e. Yên ku di hembêza wê de mezin bû wê di axa wê de jî werin veşartin."

Bi dirûşmeya "Efrînê deriyê çareserkirin û aştiyê li Sûriyê ye" Buroya Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) panelek li taxa Şêxmeqsûd lidar xist. Panel bi boneya salvegera duyemîn a destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê hat lidarxistin.

Di panela li hola civînan a MSD‘ê ya li beşê rojhilatê taxê hatibû lidarxistin de bi dehan siyasetmendar, rewşenbîr û rûspiyên eşîran û saziyên civaka sivîl beşdar bibûn.

Palnel bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştîre hevseroka MSD‘ê ya buroya Helebê Fehîma Hemo bi xêrhatina beşdaran kir û rapora binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên  du salên dawî li dijî şêniyên Efrînê xwend.

Fehîma got: "Ji ber hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen û hêza girêdana civakî û niştiman dewleta Tirk destp bi êrişan kir da ku hevirtina pêkhateyan ji hev bixe."

Fehîma destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû qanûn û pîvanên navdewletî binpê kir, ne mirov, ne kevir û ne jî dar ji van binpêkirinên nefilitîn. Fehîma diyar kir ku di êrişa ku  20‘ê Çileya 2018‘an de destpê kir de zêdeyî 300 hezar kes hatin koçberkirin.

Fethîma anî ziman ku Efrînê bi hezaran koçberên ji ber şerê li Sûriyê reviyane hembêz kir û got, kurdên sivîl ên li Efrîna dagirkirî mane li dijî wan binpêkirinên der mirovî têne kirin.

Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman, diyar kirin ku gelê Efrînê yên ku bi hemû rêbaz û derfetên kêm li ber xwe didin û têdikoşin dê Efrîna rizgar bikin û gotin: "Efrîn bi berxwedana gelê xwe wê rizgar bibe, ji ber ku Efrînê ji bo wan dayik e, kesên li Efrînê mezin bûne qebûl nakin ji bilî axa Efrînê di axeke din nayên definkirin."

Beşdaran pêşniyar kirin ku buroyeke were avakirin da ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê teşhîr bike.

Di dawiya panelê de dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din