‘Em ê li dijî êrîşan parastina xaka xwe bikin’

Malbatên şehîdan tekez kir ku heger êrîşek ji aliyê dewleta Tirk ve li ser xaka herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbe ew ji bo parastina xak û nirxên xwe amade ne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kirin. Herî dawî got ew ê di demeke kurt de êrîşan pêk bînin.

Gelê herêmê û bi taybet malbatên şehîdên ku canê xwe ji bo azadî, aramî û ewlehiya herêmê feda kirine, dibêjin ku armanca gefên Tirkiyê ew e ku projeya demokratîk ku ji aliyê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi rê ve diçe, têk bibe.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Ebawî bavê şehîd Xiyas El-Ebawî ku di bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûye, diyar kir ku malbatên şehîdan 11 hezar şehîd dane û ew amade ne ku bi sed hezaran şehîdên din bidin da ku rûmet û xaka xwe li dijî tu êrîşên derve biparêzin. Ehmed El-Ebawî di axaftina xwe de ev tişt got: "Gefên Tirkiyê berdewama gefên çeteyên DAIŞ`ê ne."

Ehmed El-Ebawî bang li civaka navdewletî kir ku li dijî gefên Tirkiyê bisekinin.

Fatma Ehmed Etiye xwişka şehîd Raxib destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya gefên xwe hewl dide tevlihevî û cudatiyê di navbera gel de ava bike, herêmê dagir bike û ev tişt anî ziman: "Em ê li hember projeyên dagirkeriyê bisekinin."

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Mûna Elî Xelîf diyar kir ku wan ji bo parastina xak û rûmeta welat bi hezaran şehîd dane, hemû fedakariyên ku dane hêz û israra wan ji bo berdewamkirina têkoşînê li dijî projeyên dagirkeriyê, zêde dike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din