​​​​​​​‘Em jiyana bêyî rêber Ocalan red dikin’

Ciwan û malbatên şehîdan diyar kir ku ew jiyana bêyî rêber Abdullah Ocalan red dikin û got ew ê bi hemû rê û rêbazan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê bikoşin.

Tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan ji dema dîlgirtina wî di 1999′an de, bêyî wergirtina agahiyeke li ser rewşa wî ji zêdetirî 22 mehan ve, dewam dike. Li kêleka wê civata navneteweyî bê deng e û CPT bi erkên xwe ranabe.

′EM Ê BI HEMÛ RÊ Û RÊBAZAN JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN ŞER BIKIN′

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185711_.jpg

Girêdayî mijarê ciwanê bi navê Mihemed Mihemed ê ji Kobanê wiha got: "Ji roja yekemîn a dîlgirtina rêber Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, tecrîdê li dijî wî ferz dikin. Lê di van salên dawî de tecrîd girantir kirin, nahêlin ne malbat ne jî parêzer pê re bicivin. Ev yek dûrî hemû qanûnên mirovî û exlaqî ye. Armanca tecrîdê ew e ku têkiliya di navbera me û Rêbertî de qut bikin."

Mihemed wiha bi dawî kir: "Em ê li ber xwe bidin. Destpot nikarin fikirên Rêbertî ku me ber bi azadiyê ve dibin, dorpêç bikin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185726_.jpg

Ciwana bi navê Yara Nebî jî wiha got: "Em ê bi hemû rê û rêbazan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî şer bikin."

′AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ AZADIYA HEMÛ GELÊN BINDEST E′

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185511_.jpg

Ciwanê bi navê Hesen Elî jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya hemû gelên bindest e, ji lew re digel bêdengiya hêzên navneteweyî de tecrîdê girantir dike. Bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van sûcên derqanûnî ji dewleta Tirk re erêkirin e ku nasnameya gelên herêmê bi rêya girankirina tecrîdê biçewisîne."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185644_-.jpg

Her wiha Mihemed Mehmûd jî wiha got: "Armanca me ya yekemîn û dawî têkoşîn e, da ku em tecrîda li dijî Rêber Ocana bişikînin û wî bi fîzîkî rizgar bikin. Her wiha dersekê li ser fedekariyê bidin dewleta Tirk a dagirker. Rêber Ocalan di oxira gelê herêmê de azadiya xwe kir qurban û em ê ji bo rêbertî canê xwe bidin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185527_-.jpg

Li aliyekî din jî dayika şehîd Mistefa Ebdulhemîd (Fîras), Sultane Reşîd a ji Şêxmeqsûd a Helebê got: "Di 1992′yan de bi rêya civîna rêber Ocalan ji şêniyan re li dar xistiye min ew li Lubnanê dît. Rêbertî şoreşa ku bi rê ve dibe şîrove kir û girîngiya têkoşînê ya xwegihandina azadiya jinê û civakan nirxand."

Sultane wiha domand: "Min di 1994′an de jî rêbertî li Helebê dît. Wê demê kurê min, Mistefa di nava tevgera azadiya Kurdistanê de bû. Tevî ku civîn bi saetan dirêj kir, lê em bi demê nehesin. Ji ber ku di axaftina rêbertî de wateyên kûr hebûn."

Sultane wiha pê de çû: "Rêbertî got li ser rêça şehîdan bin û me jî soz da ku em wê rêçê bernadin û emê têkoşîna li ser bingeha fikir û felsefeya wê dewam bikin. Em ê her tiştî ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bidin. Jiyana bêyî Rêbertî em red dikin û heta em tu agahiyê ji wî nebihîsin, em venahesin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/185542_-.jpg

Hevjîna şehîd Şêx Ehemd, Semîre Şêx Mûsa 2 caran bi rêber Ocalan re civiyaye û wiha got: "Me ji bo ji Rêbertî çi kir û çi pêşkêş kir hindik e. Ji ber ku ew cihê pîrozî û teqdîrê ye."

Semîre di dema rêbertî dîtiye de soz da wî ku ew ê her tişt ji bo belavkirina fikir û felsefeya wê bike û got: "Em dev ji xwesteka pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bernadin. Ji ber ku rêbertî em fêr kirin ku parastina mafên xwe bikin û bistînin."

Semîre wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi saya fikir û felsefeya Rêbertî û bi keda şehîdan em gihaştin vê qonaxê û me ev destkeftî pêk anîn."

(fr)

ANHA


Mijarên Din