`Em gefan red dikin û zimanê diyalogê dixwazin`

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi civîneke berfireh geşedanên herêmê nirxandin û bi rêya wê nerazîbûna xwe li hember rêbazên ku dagirkeriya Tirkiyê pêk tîne, nîşan da

Ji bo şîrovekirina geşedanên li qada Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û gefên Tirkiyê yên dawîn, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê civîneke berfireh ji şêniyan re li hola Meclisa Zagonsaz li avahiya rêveberiyê li dar xist.

Di civînê de bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê buroya rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahêd Hesen behsa pêşketinên herêmê û di serî de herêma ewle ku ji aliyê Amerîka û Tirkiyê hate erêkirin, kir.

Hesen wiha got: "Tirkiyê hevpeymana ku di navbera wê û Amerîkayê de der barê Bakurê Sûriyê de  pêk hat, ji rê derdixe, hevpeyman ku Tirkiyê behsa wê kir û ketina Sûriyê bi firehiya 35 km hundirê Sûriyê, ne rast e."

Hesen rêbaza gefan a Tirkiyê dike red kir û got ew zimanê diyalogê li şûna şer rast dibînin.

Paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebo Adil axivî û got ew wek şêniyên bajarê Minbicê ji bo parastina bajêr amade ne û li ser sînorê Minbicê di rewşeke serferberiyê de ne da ku êrîşan têk bibin.

Her wiha endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Selah Cuma got ew wek hêzên ewlekariyê bi hemû enerjiya xwe dixebitin da ku şaneyên dixwazin ewlehiya bajêr xirab bikin, bişopînin.

Di dawiyê de, beşdaran hin pirs kirin û nêrîna rêveberiya Minbicê ya pêşerojê ji rewşa siyasî li Sûriyê bi giştî û herêmên rizgarkirî bi taybet, nîqaş kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din