`Em ê dîsa li ber xwe bidin…’

Mamosteyên jin ên zimanê Kurdî yên navçeya Girkê Legê gotin: “Em ê li hember her êrîşeke li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li berxwe bidin. Gelê herêmê yê ku di dirêjahiya salan de li berxwe daye û têkoşiyaye dê dîsa li berxwe bide.”

Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin navê “Herêma ewle” de didomîne. Li beramberî wê jî asta nerazîbûnên gelêrî yên herêmê bilind dibin.

Mamosteyên jin ên zimanê Kurdî yên navçeya Girkê Legê diyar ku ew gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê qebûl nakin û tekez kirin ku ew piştgiriya hêza leşkerî û têkoşîna gelê herêmê li dijî dewleta Tirk a dagirker dikin.

Mamosteya bi navê  Melîha Abdullah tevahiya hewldan û gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: “Gelê herêmê ketiye ferqa timatiyên Tirkiyê û siyasetên wê yên li dijî herêmê.” Melîha binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê wek mînaka wê yekê bi bîr xist.

Melîha wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji aliyê siyasî û aborî de di nav aloziyan de ye. Îro hewl dide pirsgirêkên xwe veşêre û bi rêya dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze derbasî derve bike. Siyaseta wê êdî ji tevahiya cîhanê re eşkere bûye. Ew hewl dide desthilatdariya Osmaniyan vejîne. Lewra em hêza xwe ji vîna gelên herêmê digirin. Hebûna me û tunebûna me bi azadiya axa me ve girêdayî ye. Ji ber wê em amadene li hember êrîşkeran bisekinin da ku wê biparêzin. Em hêza xwe ji gel, şehîd û felsefeya xwe digirin."

`Dirûşmeya me dê yan azadî yan azadî be`

Melîha tekez kir ku ew ê li berxwe bidin û herêmên xwe biparêzin û wiha domand: "Em hêza xwe xurt bikin. Em radigihînin ku ji bo şikandina êrîşkeran û tunekirina gefên li dijî axa me,  em bi têkoşîn û bi berxwedana xwe ve girêdayî ne. Dirûşmeya me dê yan azadî yan azadî be û em ê jiyan, ziman û çanda xwe biparêzin."

`Di dirêjahiya salan de me li berxwe da û em amadene berxwedana xwe bidomînin`

Mamosteya bi navê Seme Ibrahîm got: “Dewleta Tirk hewl dide fîtneyan li herêmê belav bike, ewlehiya wê bihejîne û êrîşî gelan bike. Lê ew di hewldana xwe de bi sernakeve. Me salên demdirêj bi şer, têkoşîn û berdewanê derbas kir. Em amadene berxwedana xwe berdewam bikin."

Têkildarî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Seme Ibrahîm wiha axivî: "Em ji gefên Erdogan natirsin. Ji bo pêkanîna serkeftinê em xwedî hêz û vîn in. Mirin dawiya her mirovekî ye, lewra em mirina di rêya têkoşînê de li ser jiyana koletiyê tercîh dikin."

Di dawiyê de Sema got: "Eger Tirkiye gavekê pêşde were, em ê çar gavan pêşde biçin. Bi vîn, hezkirina welêt û girêdana bi têkoşînê em amadene li hember siyaseta Tirkiyê ya dagirkeriyê bisekinin."

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din