‘Em dixwazin hêzên navdewletî derbas bibin da ku em karibin vegerin malên xwe‘

Şêniyên Girê Spî yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker koçberî bajarê Reqayê bûne, gotin, eger di malên xwe mabana agirên kîna osmanî dê wan bişewtandana û malên wan li ser serê wan de hilweşandana. Koçberan bang li civaka navdewletî kir ku hêzên navdewletî bişînin da ku vegera wan a li malên wan mîsoger bike.

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sed hezaran sivîl koçber bûn. Di vî warî de koçberên berî dane Dêrazor, Hesekê Reqa û Tebqayê. Koçberan diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê guhertina demografiya herêmê li ser dirêjahiya xeta sînor pêk tîne û malbatên komên alîgirên Tirkiyê bi cih bike.  Her wiha destnîşan kirin ku qirkirina etnîkî û komkujî wesîleya Tirkiyê ne ji bo ku dagirkirina xwe pêk bîne.

Li gorî serjimariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker ve zêdetirî 300 hezar kes ber bi herêmên ewle ve mîna Reqa, Tebqa û Dêrazorê ve koçber bûn. Di nav dibistan û avahiyên giştî de belav bûn. Rêveberiyên sivîl û meclisan li wan herêman li gorî derfetan alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin.

Di şopandina rewşa koçberên ku di dibistana El-Reşîd de ya Reqayê dimînin diyar kirin ku ew ji hovîtiya leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê reviyane, ji ber ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê zihniyeta dagirkeriyê nîşan didin.

Osman Mehmûd ji kantona Girê Spî koçber bûye dibêje, di encama topbarana bêserûber a artêşa Tirk a dagirker de koçber bûn. Her wiha bal kişand ku di çend mehên derbasbûyî de ji ber topbarana domdar a artêşa Tirk a dagirker azar kişandine. Mehmûd bi bîr xist ku birayê wî sala borî bi sekvanê artêşa Tirk a dagirker hate kuştin ruxmî ku rewşa herêmê ewle bû. Her wiha anî ziman ku bûreyên mîna vê gelek caran rû daye heta ku jin û zarok jî bûne qurbanî.

Mehmûd destnîşan kir ku hinek kes di nav bajêr de mane û jê re gotine tiştek ji mal û milkên wan nemane û hemû hatin talankirin û derbasî Tirkiyê hatin kirin, gelek kamyonên tijî malên sivîlan sînorên Tirkiyê derbas kirine. Sedema sereke ya şerê çeteyan li rex Tiriyê tenê talankirin e.

Mehmûd bang li xwediyên wijdan, NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez mudexele bikin û binpêkirinên Tirkiyê rawestînin û zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku axa Sûriyê derve da ku şênî vegerin warên xwe.

 ‘Hêzên parastina aştiyê ya navdewletî vegera me ya ewle ji bajêr re misoger dike‘

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Yazî Mistefa ya ku ji Girê Spî koçber bûye got: "Topbaran bêserûber û dijwar bû, ji ber wê em neçar man bê kelûpel ji malên xwe derkevin. Ji ber wê azarên me zêde bûn."

Yazî destnîşan kir ku eger ji bajêr dernektina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên qedexekirî wan kiribana hedef mîna ku li Serêkaniyê bi armanca qirkirinê kiriye.

Yazî bang li hêzên parastina aştiyê yên navneteweyî kir ji bo ku vegera wan ya ewle ji herêmên wan re misoger bikin. Yazî teqez kir ku eger wijdana cîhanê ji şiyar nebû û gavên cidî ji bo bidawîkirina dagirkeriyê neavêtin, binpêkirin û guhertina demografîk ku li herêmên dagirkirî mîna Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê rû dide dê li herêmên din ên Sûriyê dubare bibe.

Heta niha tu serjimariyek teqez ji hejmara koçberan re li herêma Reqayê tune ye. piraniya wan li cem xizmên xwe yan jî di nav dibistanên bajêr de bi awayekî demkî dimînin. Ew hêvî dikin ku dagirkerî bi dawî bibe û her yek vegere warê xwe.

‘Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin‘

Koçbera bi navê Zelîxa Hisên azara koçberiyê ji ber topbarana domdar der heqê şêniyan de heta di rêwîtiya koçberiyê de vegot. Zelîxa teqez kir ku balafirên dagirkeriyê kerwanên koçberan gelek caran bombebaran kir. Ev jî hezkirina osmaniyan ji xwînê re û pêkanîna komkujiyan der heqê tevahiya gelan de îsbat dike.

Zelîxa wiha domand: "Bi hebûna hêzên dagirkeriyê em nikarin vegerin malên xwe. ji ber ku bi tevahiya rêbazan şerên gel dikin û armanca wan jî diyar e, qirkirina etnîkî û koçberkirina tevahiya pêkhateyên herêmê ye."

Edole Hemo ji Girê Spî koçber bûye dibêje: "Eger hêzên parastina aştiyê yên navneteweyî tune bin em nikarin vegerin malên xwe. Zivistan li ber derî ye û em bi hewcedariya tevgerek navneteweyî ye ji bo ku azara ku em dijîn bi dawî bibe beriya ku dijwartir dibin."

Koçbera bi navê Cîhan Osman a ji gundê Sûsikê yê Girê Spî destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ne herêma ewle ye mîna ku îdia dike, lê belê dixwaze herêmê dagir bike û qirkirina etnîkî der heqê sivîlan de pêk bîne, her wiha Tevahiya cîhanê vê dizanin lê bê deng in.

Cîhan tevî 4 zarokên xwe û hevserê xwe yê nexweş di rewşek trajedîk de ye dibêje: "Eger ji serma û birçîbûnê em bimirin em venagerin herêmên xwe yên ku hatine dagirkirin."

Cîhan çeteyên dewletaTirk yên ku herêmên wan dagir kirine bi DAIŞ`iyên nû wesifand û got: "Tu cudahiya wan ji DAIŞ`ê tune ye. Heman danûstandin û rêbaz e. Tenê bi cih û alan cuda ne lê hişmendiya serjêkirin, qirkirina etnîkî û olî heman e, ew mîna DAIŞ`ê ne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din