‘Em ê di demeke pir nêz de alîkariyê bidin xwediyê zeviyên ku zirar dîtine’

Di sêyemîn civîna salane ya rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldariyê de,  hat diyarkirin ku  dê di demeke pir nêz de alîkariya kesên ku zeviyên wan ên çandiniyê şewitîne, bikin.

Rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldariyê ya herêma Cizîrê îro 3`emîn civîna xwe ya salane li navenda meclisa zagonsaz a Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a navçeya Amûdê lidar xist. Civîn ji bo nîqaşkirina rewşa rêxistinî ya salekê û pêşinyarên xwe ji bo pêşxistin rewşa çandinî û sewaldariyê li herêmê, pêşkêş bikin.

Di civîna salane ya rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldariyê de hemû komîteyên çandiniyê, şirketên pêşxistina civaka çandiniyê, hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salih Barodo, serokatiya meclisa rêveber a herêma Cizîrê Telat Yûnis û Nezîrê Gewriyê, hevsrokê meclisa zagonsaz a herêma Cizîrê Hisên Hezam û gelek endezyarên çandiniyê amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokê desteya aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û wiha got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngtir çavkaniyên aborî yên stratejîk hene û taybet çandî û sewaldarî" her wiha da xuya kirin ku yek ji sedemên serkeftina her sîstemekê bi hêza aboriya vê de girêdayî de, ji ber bi berjewendiyên gel de girêdayî ye.

Silêman Barodo wiha got: "Şerê hêzên terorîst ên tarî dijî welatê me Sûriyê, bi awayekî neyînî li ser jiyana gelê Sûriyê kir, taybet di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê berfirehiyeke mezin ji xaka Sûriyê, vê yekê bi awayekî raste rast bandor li aboriyê kir di peydakirina pêdiviyên çandiniyê, ji ber vê yekê asta çandiniyê li herêmê kêm bû."

Barodo wiha domand: "Van şeran bandoreke neyînî li aboriya Sûriyê kir, hişt rewşa jiyanî û rêjeya betal û belengaziyê zêde bibe, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berovajî wê yekê bû, bi saya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina QSD, YPJ û YPG gelê herêm û xaka wê re."

Em ê di demeke pir nêz de ziyanên şewata zeviyan qerebû bikin

Silêman Barodo wiha dawî li axaftina xwe anî: "DAIŞ`ê bi rêya şewitandina zeviyên çandiniyê li herêmê tola xwe rakir, em ji gelê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re teqez dikin ku dê di demeke pir nêz de ziyanên şewata zeviyan qerebû bikin."

 Hevserokê meclisa rêveber a herêma Cizîrê Telat Yûnis da zanîn ku meşa wan di xeta sêyemîn de ji bo parastina avakirina civakekî exlaqî û siyasî û avakirin Sûriyeke demokratîk nenavendî û bi destûra hemû mafên gelan biparêze, Telat wiha got: "Têkoşîna me, em gihandin vê pêvajoya dîrokî û sîstema me bû sîstemeke mînak ji hemû dewletên cîhanê re."

Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk û rejîma Sûriyê bi rêya şaneyên razayî hewl da fitne û pirsgirêkan li herêmê derxe û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê hêzên me û gelê me li herêmê parastina xwe dikin."

Yûnis wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di bin navê herêma “ewle”, dewleta Tirk hewl da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, hinceta Tirkiyê ji bo parastina ewlehiya xwe ya netewî derew bû, ji ber armanca wê dagirkirina herêmên din ji Sûriyê ye, her kes dibîne Tirkiyê li herêmên dagir kirine mîna Cerablûs, Izaz û Efrînê dike."

Piştî axaftina bidawî bûn, rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldariyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane bi xwendina raporên salane ya çandinî û sewaldariyê dewam kir.

Tê payîn rapora aboriya jin û koperetîfan bê xwendin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din