‘Em destûra ku fedekariya zarokên me înkar dike, red dikin‘

Dayikên şehîdan nerazîbûn nîşanî dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî dan û gotin, ev komîte nayê qebûlkirin.

Bertekên gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî komîteya bingehîn a destûra Sûriyê ya di 23‘yê Îlonê ji aliyê sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres ve hat ragihandin roj bi roj zêde dibin, ji ber ku nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê hatiye dûrxistin.

Dayika şervanê YPG‘ê Nûredîn Gulo yê di bersivdayîna êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra yên li ser bajarê Helebê di sala 2013‘an de şehîd bibû, Semsîxan Gulo ku wêneyê kurê xwe yê şehîd hildaye û tev li xwepêşandana Kongreya Star a diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gerek beriya hemû aliyan beşdadrî komîteya destûra Sûrî bibana, ji ber ew in ên ku ji bo parastina Sûriyê canê xwe feda kirin û li dijî çeteyan şer kirin.

Kesên ku beşdarî komîteya destûrî bûne nûnertiya îradeya gelê Sûriyê nakin

Dayika Şemsîxan Gulo di axaftina xwe de wiha got:"Kesên ku îro tev li komîteya destûra Sûriyê bûne nûnertiya me nakin, nûnertiya îradeya gelê Sûriyê nakin."

Dayikê bang li NY`yê kir ku careke din lîste û helwestên xwe di ber çavan re derbas bike û kesên ku li ser erdê hene û parastina welat ji DAIŞ`ê û wekî din kirin, tev li komîteyê bikin.

Kongreya Star ji ber beşdarnekirina nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîteya destûrî de li pêşiya navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo xwepêşandanekê lidar dixe.  Xwepêşandaran gotin, destûra ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de beşdar nebin wan aleqedar nakin.

Dayika şervanê QSD`ê Reşo Hesen yê di şerê rizgarkirina bajarê Minbicê de di sala 2016`an de şehîd bûye, Amne Emîn îşaret bi girîngiya beşdarbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di diyarkirina çarenûsa Sûriyê de kir û wiha anî ziman:"Destûra ku em û kesên ji bo Sûriyê çanê xwe feda kirine beşdar nebin em wê qebûl nakin."

Hevjîna şehîd Arif Cerbû yê di berxwedana li dijî êrîşên çeteyan ên li ser navçeya Til Birak û dayika şervanê QSD‘ê Feysel ê di sala 2016‘an li navçeya Şedadê bibû, Fatima El-Casim jî ji aliyê xwe de got: "Destûra Sûriyê ya ku nûnerên Rêveberiya Xweser tê de cih nagire aloziya Sûriyê çareser nake, em qebûl nakin ku em jî nivîsandina destûra çarenûsa xwe bên dûrxistin, em sûrî ne û ji bo wî welatî berdêl dane."

(bx)

ANHA


Mijarên Din