‘Em ê bi yekîtiyê xurt bibin’

Rewşenbîrên herêma Cizîrê bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Kurdan û wiha gotin: “Em di pêvajoyeke dîrokî de ne, lewma divê ji bo yekîtiya kurdî xebatê bikin û bi vê yekê hêza xwe xurtir bikin.”

Rewşenbîrên herêma Cizîrê derbarê yekîtiya kurdî de ji ajansa me re axivîn.

Nivîskara bi navê Feyrûz Reşk diyar kir ku  ji bo piştgiriya berxwedanê divê yekîtiya gelê Kurd ava bibe û wiha axivî: “Gelên li cîhanê pêk ve daxwaza yekîtiya refa kurdî dikin û ji partiyên kurdî hêviya hevgirtina li dijî êrişên artêşa Tirk dikin. Ji ber em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û ev jî isbata netewebûna me ye. Ez bawer im kesên yekîtiya gelên Kurd red dikin, tenê li berjewendiyên xwe yên kesayetî digerin.”

Di dawiyê de Feyrûz wiha got: “Divê Kurd ji bo yekîtiyê kar û xebatê bikin. Ji ber bi vê yekê em ê hêza xwe xurt bikin.”

Nivîskar Umer Yusif destnîşan kir ku heke yekîtiya Kurdan  çênebe dê xeteriya li dijî Kurdan dijwartir bibe û wiha axivî: “Ji ber beriya niha di encama parçebûna Kurdan de komkujî li ser gelê Kurd pêk hat û niha jî heman rewş derbasdare. Li gel ku gelê Kurd beriya niha ji ber berjewendiyên hin partiyan di rewşeke hesas de derbas bûn, lewma divê bi erka xwe rabin û parastina destkeftiyên xwe yên li Rojava bikin û dûrî berjewendiyên xwe yên partîbûnê bikevin.”

Her wiha helbestvana Kurd Meryem Temir ji partiyan xwest ku li xwe vegerin, ji ber piştî dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir rewşa gelê Kurd zor e û divê partiyên siyasî yekîtiya xwe ava bikin.

Meryem wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê partiyên siyasî dûrî berjewendiyên xwe bikevin, ji ber pêwîstiya gel bi yekîtiya wan heye.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din