Elizabeth Gewriyê: Biryara vekirina dergeha Bab El-Hewa polîtîk e

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Biryara vekirina dergeha Bab El-Hewa yê sînorî ji bo derbaskirina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê, biryareke polîtîk e û ji bo geşkirina komên terorîst e."

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabeth Gewriyê di hevpeyvîneke taybet bi ANHA`yê re, biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a dawî ya girêdayî vekirina dergeha Bab El-Hewa ya sînorî bi Tirkiyê re wekî tekane dergeh ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re, nirxand.

'BIRYARA VEKIRINA DERGEHA BAB EL-HEWA GELEK PIRSAN DERDIXE HOLÊ'

Elizabeth Gewriyê wiha axaftina xwe dest pê kir: "Biryara vekirina dergeha Bab El-Hewa yê sînorî bi Tirkiyê re polîtîk e û dê azarên gelên Sûriyê du qatî bike. Her wiha gelek pirsan derdixe holê û bandorên wê yên xeternak li ser tevahî gelê Sûriyê hene. Ji ber ku derbeh di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst de ye, lewam dê bandorên mezin li giştî gelê Sûriyê bike."

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 15 kampên koçberan ku zêdetirî 130 hezar koçber lê dimînin, hene. Her wiha zêdetirî 80 hezar koçber li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin ku rewşên mirovî yên zehmet dijîn û pêwîstiya wan bi lez bi alîkariyan hene, nexasim piştî pêkanîna qanûna Qeyserê ku azarên wan zêdetir kir.

Elizabeth Gewriyê wiha berdewam kir: "Ji bo vekirina dergehên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derbaskirina ewle ya alîkariyên mirovî ji bo gel û koçberên Sûriyê me gelek caran bangewazî kir, lê belê heta niha tu bersiv ji me re nehatiye dayîn. Ev yek barê Rêveberiya Xweser girantir dike."

'BIRYAR LI SER BELAVKIRINA ALÎKARIYAN JI BO GELÊ SÛRIYÊ GUMANAN DERDIXE'

Elizabeth Gewriyê di axaftina xwe de îşaret pê kir ku Erdogan bi şerê yekser li dijî gelê Sûriyê têr nebûye, lê belê bi rêya qutkirina avê, şewitandina mewsimê û bi gelek rêbazên din siyaseta birçîkirina gelê Sûriyê dimeşîne. Elizabet her wiha got: "Niha, vekirina vê dergehê û radestkirina rêvebirina wê ji partiya AKP`ê û komên terorîst re ku zirarê digihînin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gumanan li ser sûdgirtina gelê Sûriyê ji van alîkariyan derdixe."

Elizabeth Gewriyê destnîşan kir ku divê NY`yê biryara vekirina dergehê ji nû ve di ber çav re derbas bike da ku alîkariya gelê Sûriyê bike û wiha got: "Li ser gihandina van alîkariyan ji bo gelê Sûriyê, guman hene. Nexasim herêmên ku dê alîkarî derbasê bibin di bin serweriya komên çekdar ên terorîst de ne ku her tim şerê hev dikin û li wan herêman nearamî heye."

'ERDOGAN DÊ KEYSBAZIYÊ DI ALÎKARIYÊN MIROVÎ DE BIKE'

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber diyar kir ku dê Erdogan biryara vekirina dergehê ji bo geşkirina komên terorîst bib kar bîne û di alîkariyên mirovî de keysbaziyê bike.

Elizabeth Gewriyê wiha berdewam kir: "Tu kes nikare bi hemû şêwazan şerê gelê Sûriyê bike û bi dirêjahiya salan alîkariyan peyda bike û ji şêniyên wan herêman re bişîne."

Têkildarî bandorên qanûna Qeyser li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Elizabeth Gewriyê got: "Ji destpêka pêkanîna qanûna Qeyserê ve, daxuyaniyên Amerîka yên der barê dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cezayên Qeyserê hene. Lê belê di rastiyê de rewş ne wiha ye. Tu gavên li ser erdê ji bo dûrxistina herêmên me ji bandorên qanûna Qeyser ku niha gelê Sûriyê ji ber wê azaran dikişîne, tune ne."

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya axaftina xwe de bang li NY`yê û dewletên bandorê li doza Sûriyê kir ku tedbîrên lezgîn bigirin û çareseriya siyasî ku azarên gelê Sûriyê bi dawî  dike, bibînin. Elizabeth Gewriyê got, Rêveberiya Xweser ji destpêka avakirina xwe ve banga çareseriya siyasî dike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din