El-Xezwanî bi awayekî fermî serokê Morîtanyayê ye

Meclisa destûrî ya Morîtanyayê ragihand ku Mihemed Wild El-Şêx El-Xezwanî bi awayekî fermî piştî hilbijartinên serokatiyê ku di 22`yê Hezîranê de pêk hatine, bûye serokê Morîtanyayê ye.

Meclisê got El-Xezwanî dê roja Sêşemê 2`yê Tîrmehê bi awayekî fermî erkên xwe werbigire. Her wiha meclisê îro diyar kir ku rêjeya tevlibûna hilbijartinan gihaşt ji sedî 62.63 û hejmara dengdanan gihaşt 928 hezar û 772.

Seferetxaneya Emerîkayê ya Newakoştê serokê ku hatiye hilbijartin bi daxuyaniyekê pîroz kir û tekez kir ku ew hêvî dikin di gelek waran hevkariya di navbera her du welatan de kar bikin. 


Mijarên Din