El-Sîstanî, Rûhanî hişyar kir

Lîderê şîî yê ji Iraqê Elî El-Sîstanî ji serokê Îranê Hesen Rûhanî re got divê ji desthilata Iraqê re rêz bê girtin. El-Sîstanî diyar kir ku divê çek di destê dewletê de bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya lîderê payebilind ê şîiyên Iraqê Elî El-Sîstanî piştî civîna ku duh di navbera Rûhanî û El-Sîstanî de li dar ket, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çi gav ji bo pêşketina têkiliyên Iraqê bi cîranên wê re bên avêtin, divê li ser bingeha rêzgirtina desthilata dewletê bin û destwerdana karên hundirîn neyê kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Girîngtirîn astengiyên ku Iraq pê re rû bi rû ye, paqijkirina gendelî, xurtkirina xizmetguzariyên giştî û divê çek tenê di destê dewletê û ewlehiyê de bimîne."

Civîna ku roja sêşemê bi serdana Rûhanî ya Iraqê li dar ketiye, armanc jê ew bû ku balkişandina li ser hegemoniya Îran, siyaset û aboriya wê li Bexdayê û firehkirina bazirganiyê ye da ku sizayên ku Washingtonê li Îranê birîne, sivik bike.

El-Sîstanî di 2014’an de bang li iraqiyan kir ku dilxwaziya leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê pêk bînin. Her wiha piraniyan bersiv da bangê û tev li komên berleşkerî bûn.

El-Sîstanî (88) wek lêvegerê gelek misilmanên şîî yên li tevahî cîhanê ye. Gotina wî li Iraqê tê guhdarkirin û der barê karên siyasetê de jî biryaran dide.

(fr)


Mijarên Din