Elî Sîstanî: Pirsgirêkên li Iraqê bûne sedema xwepêşandanan çareser bikin

Nûnerê sereke yê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî, Ehmed Safî bang li serokkomarî, serokwezîrî û parlamentoya Iraqê kir ku pirsgirêkên bûne sedema xwepêşandanan çareser bikin.

Ehmed Safî di xutbeya nimêja înê ya li bajarê Kerbelayê de li ser xwepêşandanên ku ev çend roj e didomin, axivî.

Rojnewsê ragihand ku Safî diyar kir ku dewlet û aliyên siyasî heta niha tu bersivek nedaye daxwazên xwepêşandêran û karekî berbiçav nekiriye.

Ehmed Safî destnîşan kir ku Elî Sîstanî gotiye “Nûnerên parlamentoya Iraqê berpirsyarên sereke yên bûyerên dawîn in”.

Safî, anî ziman ku ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan divê lijneyeke bêalî bê avakirin û daxwaz ji hêzên ewlekariyê kir ku ji tunditujiyê dûr bikevin.

Ehmed Safî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku xwepêşandanan ziyaneke mezin daye Iraqê û ji serokkomarî, serokwezîrî û parlamentoya Iraqê xwest ku pirsgirêkên bûne sedema xwepêşandanan çareser bikin.


Mijarên Din