Elî Seîd: Çareseriya hikumeta Şamê welatiyên Sûriyê bi xizantiyê re rû bi rû hişt

Elî Seîd got: "Daxuyaniyên Welîd Muelim nîşan didin ku hikumeta Şamê çareseriya siyasî red dike û çareseriya leşkerî dipejirîne, ku welatên Sûriyê gihand vê rewşa xizantiyê. Em gelê Sûriyê ne, niştîmanperwer in û demokratîxwaz in û xwedî projeya çareserkirina aloziya Sûriyê ne."

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di axaftina xwe ya li pêş Komeleya Giştî ya NY`yî de, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bi hewldanên parçekirina xaka Sûriyê û talankirina xêr û bêrên wê, tawanbar kir. Li ser van daxuyaniyan, endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Koordîneya Niştîmanî-Tevgera Guhertinê ya Demokratîk Elî Seîd daxuyand ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya çareserkirina aloziya Sûriyê pêşinyar kir û ew xwedî projeyeke niştîmanî ya Sûriyê ne.

NE JI QSD`Ê BÛYA DÊ SÛRIYA BIHATA PARÇEKIRIN

Elî Seîd wiha got: "Em gelê Sûriyê ne û paçebûn û veqetînê naxwazin. Em ji daxuyaniyên Welîd Muelim ên dijberî gelê ku 11 hezar şehîd û nêzî 25 hezar birîndar di şerê li dijî terorê de daye, şoq neman. Ne ji QSD`yê bûya dê Sûriye bihata parçekirin û xêr û bêrên wê bihatiba dizîn."

Seîd destnîşan kir ku di dema serweriya rejîma Baasê de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî herêma Cizîrê ji berhemên binerd, tenê nexweşiyên penceşêrê girtin û xetên petrolê ku di herêmên wan re ber bi beravên Sûriyê ve derbas dibû parastin. Seîd wiha domand: "Şêniyên herêma Cizîrê yên zanîngeh qedandine jî, di şerîketên petrolê de nedihatin erkdarkirin û tevî ku li ser xakeke bi berhemên binerd dewlemend e dijîn, rojên xizantî û birçîbûnê derbas dikirin."

Seîd di dewama axaftina xwe de diyar kir ku daxuyaniyên bi vî rengî û bi taybetî di vê demê de anku piştî 10 salan ji kuştin, rûxand, koçberî û rûxandina binesaziyan ku welatiyên Sûriyê bi xizantiyê re rû bi rû mane, nîşan dide ku rejîm bi çareseriya siyasî ne bawer e û çareseriya leşkerî û ewlehî dipejirîne. Heta gihaşt wê astê ku şoreşa ku di Sûriyê de pêk hatî, nepejirand.

EM GELÊ SÛRIYÊ NE Û XWEDÎ PROJEYA ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ NE

Seîd tekez kir ku ew gelê Sûriyê ne, niştîmanperwer in, demokratîxwaz in û xwedî projeya çareserkirina aloziya Sûriyî ne. Berevajî hêzên din ku ji bo desthilatê bi dest bixin, opozisyonê îdia dikin û banga hilweşîna rejîmê dikin.

Seîd wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di nava şoreşê de dijîn. Meclisa Sûriya Demokratîk xwedî projeya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Me bang li hilweşîna rejîmê nekir, lê belê bi guhertina bingehîn bi rêbazên siyasî û aştiyane ya rejîmê re ne."

Elî Seîd destnîşan kir ku MSD`ê li aliyên xwedî projeya çareserkirina aloziya Sûriyê û dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin wekî Amerîka û Rûsyayê, vekiriye. Her wiha projeya diyaloga Sûrî-Sûrî pêşinyar kir. Seîd bi domdarî got: "Em hewl didin kongreyeke netewî ya hemû gelên demokratîxwaz ên Sûriyê ku baweriyê bi çareseriya siyasî tînin, li dar bixin."

Seîd her wiha behsa dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir û got: "Gerên dan û standinê di navbera her du aliyan de hebûn, lê belê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin rawestandin. Piştre hikumeta Şamê dest bi hemleyên çapemeniyên ên dijberî Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser kir û ew bi "çete ne û veqetînê dixwazin" bi nav kir.

DAXUYANIYÊN MUELIM NÎŞAN DIDIN KU HIKUMETA ŞAME ÇARESERIYA SIYASÎ RED DIKE

Elî Seîd piştrast kir ku ew diyalogê bi hemû hêzên opuzisyona demokratîk re berdewam dikin û diyalogên siyasî yên Sûrî-Sûrî li hundir û derve li dar dixin û wiha got: "Daxuyaniyên Muelim nîşan didin ku hikumeta Şamê çareseriya siyasî red dike."

Her wiha daxuyand ku aloziya Sûriyê roj bi roj ji ber destwerdanên derve kûrtir dibe û welatiyên Sûriyê dibin qurbaniyên berjewendiyên hêzên derve ku destwerdanê li Sûriyê dikin û berjewendiyên xwe pêk tînin. Seîd tekez kir ku divê çareserî li Sûriyê be û ne ji derve be.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Koordîneya Niştîmanî-Tevgera Guhertinê ya Demokratîk Elî Seîd behsa dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Piştî ku Efrîn, Ezaz, Cerabilus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, Tirkiyê hewl dide projeya xwee ya dagirkeriyê li Sûriyê berfirehtir bike. Seîd tekez kir ku divê şêniyên herêmê li dor Rêveberiya Xweser kom bibin.

Elî Seîd destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî û yên çareserkirina aloziya Sûriyê dixwazin, yekser mêtîngeriya Osmanî rawestînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din