​​​​​​​El-Qeftan: Yekîtiya Kurd garantora yekîtiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê ye

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan got: “Yekîtiya Kurd garantora yekîtiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê ye. Gelê Sûriyê armancên dewleta Tirk ên firehkirina dagirkeriyê fêm kirine.”

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê  Îbrahîm El- Qeftan li ser giringiya yekîtiya Kurd û geşedanên li herêmê rûdidin ji ANHA’yê re axivî.

El- Qeftan di destpêka axaftina xwe de got: “Encamên yekîtiya Kurd li ser tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erênî ne. Yekîtiya Kurd garantorê yekîtiya hemû pêkhateyên Sûriyê ye. Ev yekîtî tovika rastî ya serkeftina projeya Rêveberiya Xweser û projeya biratiya gelan e. Pêwîste  ev gav bi erêkirina tevhaiya aliyên Kurd dûrî ajandeyên derve be. Da ku projeya Rêveberiya Xweser biserkeve.”

El-Qeftan behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Dewleta Sûriyê ya hemwelatîbûyînê bi piraniyê yan jî kêmneteweyan nayê birêvebirin. Sûriyeya pêşerojê dewleta hemwelatîbûyînê ye. Divê kesên ku xizmetkirina Sûriyê û gelê wê dikin xema wan e dûrî irq an jî taîfeyê Sûriyê birêve bibin. Heger taifî yan jî nejadî hebe, dê Sûriye bibin keve, mîna Iraq û Lubnanê. Tirkiyê piştî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da şerê navxweyî di navbera Ereb û pêkhateyên din de bi hinceta ku pêkhateya Ereb a herî zêde ye, biafrîne. Lê bi saya giyana hevpar û projeya Rêveberiya Xweser ew hewldan bibin ketin.”

El-Qeftan diyar kir ku Tirkiye heta niha stratejiya firehbûnê di çarçoveya fikrê islama siyasî de bikar tîne, da ku mudexeleya welatên Ereb bike. El-Qeftan got: “Tirkiyê di heman demê de mudexeleya gelek eniyan kir, ji Lîbyayê bigire heta bakurê Iraqê li rex planên li herêmên din. Timayên Tirkiyê di astekê de namînin, ji ber ku armanc dike dagirkeriya Osmaniyan vejîne. Lê divê bikeve ferqê ku rewş hate guhertin û ne mîna rojên berê ne. Projeyek Osmanî ya din nayê qebûlkirin. Gelên herêmê baş ketine ferqê ku Tirkiyê ne xizmeta  islamê û muslimanan dike. Ew dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne.”

Di dawiya hevdîtinê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan gelê Sûriyê muxateb girt û got: “Sûriyeya nû Sûriyeya hemwelatîbûyînê ye. Li ser sê rêgezan ava dibe; pirrengî, demokratîk û nanavendîbûnê. Piştî mudexeleya Rûsya, Îran û Tirkiyê ku bi rêya wekîlan şer dikin, divê gelê Sûriyê yekser çareseriyek siyasî bi erêkirina tevahiya pêkhateyan li  ser bingeha nasnameya Sûrî dûrî endamtiya taîfî û nejadî, bibînin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din