El-Qeftan: Ne pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî tê wateya girêdana bi aliyên derve re

Îbrahîm El-Qeftan hişyarî da û got: “Xwedîderneketina li diyalogên Sûrî –Sûrî dê bi xwespartina bi hêzên derve bi encam bibe. Şoreşa Sûriyê ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê, ne ku ji bo qetilkirina gelê Lîbyayê çêbû.”

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan têkildarî girîngiya diyalogên navxweyî yên Sûriyê, destwerdanên derve li karûbarên Sûriyê û amadekariyên lidarxistina kongreya giştî ya partiyê ji ANHA‘yê re axivî.

El-Qeftan hişyariya ne pêkanîna diyalogên Sûrî-Sûrî da û got: "Nebûna diyalogên Sûrî-Sûrî tê wateya xwespartina li tundiyê û xurtkirina aliyên derve li ser hesabê aliyên din ên Sûriyê. Ji bilî diyaloga Sûrî-Sûrî re tu rê tune ye."

El-Qeftan axaftina xwe wiha domand: “Siyaseta redkirina aliyê din, Sûriye gihand vê rewşê. Vê rewşê jî hişt ku dewletên derdorê xwedî li komên terorîst derkevin û piştgiriya wê bikin. Rêya xilasiya ji rewşa şer a ku Sûriyê tê de ye jibîrkirina şerê ku ev 9 sal in didome û destpêkirina projeya demokratîk e ku hemû şêniyên Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê pê bawer bin. Projeya ne li ser esasê olî an netewî be.”

Îbrahîm El-Qeftan anî ziman ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li ser esasê welatparêzî, hemwelatîbûn û qebûlkirina hemû aliyên Sûriyê hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Partî  banga diyaloga Sûrî-Sûrî dike. Diruşmeya partiya me diyaloga Sûrî-Sûrî ye, ol a ferd e, netew a ferd e, lê welat a hemû alî û etnîkan e. Diyaloga bi vî rengî dikare îstiqrara Sûriyê ya pêşerojê encam bide. Diyaloga demokratîk a ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê pê bawer e, tê de serkeftî û binkeftî nîne. Maf û erkên her aliyî hene.”

‘ŞOREŞA SÛRIYÊ JI BO RIZGARKIRINA GELÊ SÛRIYÊ, NE KU JI BO QETILKIRINA GELÊ LÎBYAYÊ DERKET‘

El-Qeftan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye û her dewletek ku hewl dide împratoriya berfirehbûnê zindî bike, komên radîkal û terorîst bi çek dike da ku bi rêya wan berjewendî û planên xwe pêk bînin. Şoreşa Sûriyê ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê, ne ku  ji bo qetilkirina zarokên Tûnis û Lîbyayê derket. Dewlet hemû hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê Sûriyê pêk bînin. Lê divê Sûriye, li ser axa xwe  li berjewendiyên xwe bigere. Şûna ku bibe lîstok di destê dewletên derve yên hewl didin ajandeyên xwe pêk bînin.”

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bang li welatiyên Sûriyê yên derve kir ku li welatê xwe vegerin û nîqaşên Sûrî- Sûrî pêk bînin, bi dewletên herêmî, yên derdorê û dewletên cîhanê şêwirê bikin da ku aloziya Sûriyê çareser bibe û beşdarî avakirina ometeke mirovî bibin.

El-Qeftan destnîşan kir ku pêwîst e welatiyên Sûrî yên ku ji bo berjewendiyên Tirkiyê kar dikin nas bikin bê Tirkiye çi ji wan dixwaze. El- Qeftan wiha pêde çû: “Tirkiye naxwaze armancên gelê Sûriye pêk werin, her kes dizane ku Tirkiye dixwaze xwe berfireh bike û bi dewletên mezin re berjewendiyan parve bike da ku bêje"Ez dewleteke herêmî xurt im, dikarim bi rêya hin aliyan biryar bidim."

El-Qeftan bang li welatiyên Sûriyê kir û got: “Xwedî li projeyeke nanavendî, pirrengî,  demokatîk derkevin."

‘AMADEKARIYA KONGREYA GIŞTÎ YA PARTIYÊ DÊ DÎSA DEWAM BIKE‘

El-Qeftan têkildarî kongreyên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê wiha axivî: “Li gundewarên Minbicê, Reqa, Tebqa û Dêrazorê kongreyên partiyê ji bo avakirina meclisên navçeyê hatin lidarxistin. Ji ber tedbîrên li dijî Koronavîrusê xebatên kongreyê hatin taloqkirin. Çalakiyên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dê dîsa dewam bikin. Niha civîn bi endamên nû yên li gundewarên û navçeyan hatin hilbijartin têne lidarxistin. Dê di pêvajoya bê de endam li ser asta herêm û bajaran,  ji bo amadekariya kongreya giştî werin hilbijartin. Plana kar a heyî tenê di çarçoveya plana mehane ye wekî stratejiya mîsogerkirina serxistina planan beriya ku guhertin di kongreya giştî de werin çêkirin."

El-Qeftan îşaret bi bernameya kongreya giştî ya partiyê kir ku tê payîn serokê partiyê û sekretêryaya giştî ya partiyê werin hilbijartin.

El-Qeftan şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û xîtabên wê ku bang diyaloga Sûrî-Sûrî dûbare kir .

Di dawiya axaftina xwe Îbrahîm El-Qeftan bal kişand ser şaxê partiyên li Ewropa û endamên derveyî welat û anî ziman ku amadekariyên kongreya giştî ya partiyê li ser asta derve bi heman hêza hundirîn berdewam e. Her wiha destnîşan kir ku armanca partiyê dostaniya partiyên din, kesayetên welatparêz bike û piştevaniyê dide kongreyên demokratîk û netewî yên Sûrî yên ku xizmeta Sûriyê çi li ser asta hundir û navdewletî be dike.

ANHA


Mijarên Din