El-Qeftan: Dûrxistina nûnerên Bakurê Sûriyê ji komîteya destûrî sûcek e

Serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê Îbrahîm El-Qetan bal kişand ser komîteya destûrî ya Sûriyê û got: " Dûrxistina nûnerên nêzî  6 milyon kes ji pêkhateyên gelê Sûriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcek e."

Partiya Pêşeroja Sûriyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û danasîna armancên partiyê komxebateke li avahiya xwe ya li bajarê Reqayê li dar xist. Bi dehan siyasetmedar, hiqûqnas û dadwer ên bajarê Reqayê tev li komxebatê bûn.

Komxebat bi axaftina serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan dest pê kir. El-Qeftan îşaret bi dûrxistina nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî ya Sûriyê û got: " Dûrxistina nûnerên nêzî  6 milyon kes ji pêkhateyên gelê Sûriyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcek der heqê gelê Sûriyê ye, di heman demê de ji bo têkbirîna demokrasiyê ye. Destûra bêyî beşdarbûna gelê Sûriyê  li gorî qanûnên Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî neheqiyek e."

Alîkarê Giştî yê serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê Îbrahîm El-Ferec jî axivî û anî ziman ku armanca partiyê yekitiya xaka Sûriyê û rizgarkirina her buhisteke axa Sûriyê ye ku ji aliyê dewleta Tirk û komên çete ve hatine dagirkirin e, her wiha avakirina sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî ji bo hemû pêkhateyên wê ye.

El-Ferec bal kişand ser gefên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Armanca van gefan têkbirîna aştiya navxweyî ya gelan e. Dewleta Tirk ji van gefan dagirkirin û derxistina aloziyê mîna li Cerablus, Bab û Efrînê û herêmên din ên dagirkirî armanc dike. Her wiha pêkanîna guhertina demografiyaya herêmê ye û derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên wê de ye."

El-Ferec têkildarî komîteya destûrê ev tişt anî ziman " Komîteya destûrî ya yek li ser sisiyan ji nûnerên herêmên Sûriyê dûrxistiye,  wê nikaribe destûrkê  ji bo sûriyeke azad û demokratîk binîvisîne, di heman demê de nikare aloziya çareser bike. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî, pêwîstî bi destûrekî heye ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di nav xwe de bigire."

Paşê jî deriyê nîqaşan hete vekirin, beşdaran di nîqaşên xwe de tekez kirin ku ew her destûreke ku pêkhateyên gelê Bakurê û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de negire , red dikin. Her wiha banga girîngiya hevgirtina gelên herêmên li hemberî planên dagirkeriya Tirk kirin.

(rr)

ANHA 

 


Mijarên Din