El-Qeftan: Biratiya gelan li hember dagirkeriyê çeka herî bi hêz e

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ibrahîm El-Qeftan got li hember dagirkeriyê çeka biratiya gelan çeka herî bi hêz e. El-Qeftan got ku xwîna tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr li hember dagirkeriyê tev hev bûne.

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê civînek gelêrî ji şêniyên herêmê re lidar xist ji bo ku geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn ji wan re şîrove bikin, bi taybet piştî êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îdiayên radestkirina herêman ji rejîmê re.

Civîn li Navenda Çandî ya Tebqayê li dar ket. Bi dehan şênî û endamên komîteyên sivîl û meclisên herêmî tev li civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ibrahîm El-Qeftan axivî û behsa hewldanên yekrêziya refa sûrî û parastina yekitiya Sûriyê, bangaxwaziya avakirina Sûriyeyek demokratîk û ne navendî û teqezkirina li tevahiya qadan ku çareseriya Sûriyê bi rêya siyasî ne leşkerî pêkane.

El-Qeftan teqez kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk tevahiya sozên ku dane ji bo ku rê li pêşiya şerê bi Tirkiyê re bigire anîn cih, lê Tirkiyê lihevkirin binpê kirin û bi çeteyên xwe êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji saetên destpêkê yên êrîşan ve hovantirîn komkujî pêk anî.

El-Qeftan destnîşan kir ku li hember dagirkeriyê biratiya gelan çeka herî bi hêz e, ev tişt dema xwîna pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr di qadên şer de li dijî dewleta Tirk a dagirker tev hev dibe teqez dibe.

El-Qeftan behsa lihevkirina Rêveberiya Xweser bi rejîmê kir û tevahiya îdiayên girêdayî radestkirina herêmên rizgarkirî ji rejîmê re derewand. El-Qeftan diyar kir ku lihevkirin leşkerî ye û tenê li herêmên ku li ser wê hatine lihevkirin derbasdar e yanî dabînkirina sînoran ji Dêrikê heya Cerablusê û herêmên ku Erdogan dixwaze dagir bike.

El-Qeftan bang li beşdarên civînê kir ku li du wan îdiayan neçin û ew tenê rêbazek şerê taybet e armanca jê hejandina ewlehiya herêm ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din