El-Muşrif: Dewleta Tirk berpirsê teqînan e

Cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê, li herêmên dagirkirî sûcên dermirovî  pêk tînin. Bi rêya şaneyên terorîst hewl didin ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser xirab bikin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsyariyên xwe yên li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê bîne cih.”

Cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser Enwer El-Muşrif girêdayî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.

El-Muşrif êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê şermezar kir. El Muşrif bang li civaka navdewletî kir ku sûcên Tirkiyê rawestînin û got: “Divê serokkomarê Tirkiyê ji ber sûcên ku li dijî sivîlan kirine darizînin û tevahiya koçberan vegerînin warên wan ên dagirkirî.”

El-Muşrif destnîşan kir ku çareseriya siyasî ya ku rêya tekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyê ye, tenê piştî vekişîna dewleta Tirk ji tevahiya herêmên ku dagir kirine û pêkanîna biryara navdewletî ya bi hejmar 2254, pêkan e.

‘TUGAYA PÊNCAN TEQÎN Û BÛYERÊN KUŞTINÊ PÊK TÎNE’

El-Muşrif piştrast kir ku dewleta Tirk berpirsê tevahiya teqîn û bûyerên qetilkirinê yên ku li herêmên Rêveberiya Xweser pêk tên, e û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk ajanên xwe yên tugeya pêncan a li herêmê bi kar tîne, ji bo ku tevliheviyê belav bikin û ewlehiya herêmê xirab bikin.  Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şaneyên terorîst li herêmên xwe girtin. Li gorî mikurhatinên endamên şaneyên ku hatine girtin, ew bi istixbarata dewleta Tirk (MÎT) ve girêdayî ne û fermanên xwe bi awayekî yekser jê digirin.”

‘TEQÎNÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BERDEWAMA SIYASETA GUHERTINA DEMOGRAFÎK IN’

Enwer El-Muşrif bi navê Rêveberiya Sivîl sersaxî ji malbatên sivîlên ku bûn qurbana teqînên dawîn ên ku li herêmên dagirkirî pêk hatine, re xwest.

Girêdayî îdiayên ku dewleta Tirk belav kirine ku Hêzên Sûriya Demokratîk berpirsên wan teqînan e El-Muşrif got: “QSD tevahiya qanûnên mafên mirovan û peymanên navdewletî pêk tîne. Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku rêzê ji tu peymanek navdewletî re nagirin, berpirsên wan teqînan in.”

Her wiha El-Muşrif bal kişand ser dîroka dewleta Tirk a tijî sûc û got: “Li cem Rêveberiya Xweser gelek belge hene. Ev belge îsbat dikin ku dewleta Tirk berpirsê bûyerên qetilkirin û sûcên ku li dijî gelê Sûriyê pêktên, e.”

 El-Muşrif di dawiyê de da zanîn ku teqînên li herêmên dagirkirî rû didin, plana dewleta Tirk a ji bo temamkirina siyaseta guhertina demografîk û koçberkirina şêniyên resen, e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din