El-Mismarî: Tirkiye çete û terorîstan ber bi Ewropayê ve direvîne

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî diyar kir ku destê dewleta Tirk di revandina çeteyên sûrî ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve heye, bi taybet ber bi Îtalyayê ve.

El-Mismarî got xetek heye ji herêmên Terablus, Sebrata û Ziwara dest pê dike û ew jî di bin serweriya milîsên hikûmeta Fayîz El-Serac de ye.

El-Mismarî destnîşan kir ku di hefteya derbasbûyî de nêzî hezar sûrî bi rêya Ziwara derbasî Ewropayê bûn bi rêya keştiyên ku dewleteke ewropî ji bo destekdayîna kolandina beravên Lîbyayê pêşkêş kiriye, lê niha ji bo koçberiya nerewa tê bikaranîn.

Ehmed El-Mismarî diyar kir ku ew kesên ku bi awayekî nerewa çûne, çete bûn. Li gorî raporan ku roja sêşemê 483 çeteyên ji Sûriyê ji Lîbyayê ber bi Ewropayê ve çûne.

El-Mismarî hişyarî ji ber zêdebûna pêla koçberiya nerewa bi rêya deryayê da Ewropayê û got dibe di nava wan de terorîst hebin.

El-Mismarîgot ev dosya di çarçoveya tevlîhevî, hebûna dagirkeriya Tirk de ku dixwaze alozî dewam bike, dê vekirî bimîne.

(bx)


Mijarên Din