El-Mismarî: Şertê me Tirkiyê û çeteyên wê ji tevahî xaka Lîbyayê derkevin

Ehmed El-Mismarî got, rejîma Tirk hewl dide berhemên Lîbyayê talan bike û tevgera navîgasyon li  herêma Deryaya Spî kontrol bike. Her wiha anî ziman ku artêş Lîbyayê bi şertê ku  Tirkiyê û çeteyên wê ji Lîbyayê derkevin dê beşdarî xebetên çareseriya siyasî bibe.

Berdevê Hêzên Çekdar ên Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di civîneke girtî bi rojnamevanên Misirê re got, fermandariya giştî bi hemû dewletan re danûstandinên dikin ên ku çareseriyan ji bo aloziya Lîbyayê ya dûrî serweriya milîs û çetayn pêşniyar dike û got, hêzên esmanî herêma Cebel a rojavayê bi temamî keşif dike.

El-Mismarî anî ziman ku hêzên artêşa niştimanî ya Lîbyayê ev 8 roj in li hemû aliyên şer hewldanên pêşdeçûnê yên milîsên çekdar dibersivîne û yekîneyên leşkerî di hefteya borî de hejmarek mezin ji terorîstan tune kirin.

Ehmed El-Mismarî her wiha destnîşan kir ku Fermandariya Giştî ya Hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi temamî beşdarî hemû bangewaziyên aktîvkirinê çareseriyê, lê serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac li gorî fermanên Tirkiyê û Qeterê tevdigere û tu nêrînên çareseriyê li cem wî tuneke ji ber vê hemû ked asteng dikin.

Her wiha got, feremandariya giştî şert dike ku hemû milî, çeteyên sûrî û şêwirmedên Tirk ji tevahî xaka Lîbyayê derkevin.


Mijarên Din