El-Mismarî: Ji bo pêkanîna banga navdewletî em ji Terablusê vekişiyan

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got, hêzên artêşê dema ku ji Terablusê vedikişiya ji aliyê balafirên bê mirov ên Tirkiyê hatin bombebarankirin û daxuyand, Ji bo pêkanîna banga navdewletî ew ji Terablusê vekişiyan.

El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de got: "Hêzên çekdar banga navdewletî ya vekişîna 60 km ji sînorê Terablusê bersivand û ji bajarê Terhûnayê ber bi herêmên ewle ve vekişiya. Li Terhûnayê ewlehî nîne. Divê civaka navewletî tevahî berpirsyartiyên xwe yên li hemberî binpêkirinên ku milîs û çeteyên Wîfaqê pêk tînin, bînin cih."

El-Mismarî her wiha got: "Dema em vedikişiyan Tirkan ti erkên xwe bi cih neanî. Tevî agirbesta ku me ragihand jî bi balafirên xwe yên bi mirov êrişî me kirin."


Mijarên Din