El-Mismarî: Hêzên me êrişên dijber birin ser milîsên li rojhilatê Misratayê

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got, hêzên wan êrişên dijber birin ser milîsên li herêma Hîşa ya rojhilatê Misratayê yên ku Tirkiyê desteka wan dike.

El-Mismarî diyar kir ku êriş "Piştî rêze êrişên esamîn yên li dijî baregehên balafirên me yên şer hat."

Her wiha got balafirên şerê ên artêşa Lîbyayê "Heta vê saetê destekê didin hêzên bejahî."

Ehmed El-Mismarî duh di kongreyek çapemeniyê de gotibû artêşa Lîbyayê ji bo parastina sivîlan ji êrişên balafirên bê mirov ên Tirkiyê ji herêma Terhûnayê derket."


Mijarên Din