El-Mismarî: Erdogan hewl dide bighêje kevana petrolê, em ê li hemberî hewldanê bisekinin

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El- Mismarî got, milîs hewl didin plana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk bîne ku bighêje herêma kevana petrolê û anî ziman "Hêzên me yên li rojavayê Sirtê dê li hemberî wan bibin mertal."

El-Mismarî di hevpeyvînekê bi Sky News Arabia re got: "Milîs hewl didin planên Erdogan bi cih bînin ku bighêjin kevana petrolê û êrişên xwe dewam bikin. Lê hêzên me wê van planan bibersivînin."

Her wiha anî ziman ku, armancê Erdogan diyar e, xaka Lîbyayê naxwaze, lê belê xêra wê dixwaze, bi taybet petrol û gaz û wiha domand: "Em ê li hemberî hemû hêz û çeka Tirkiyê û li hemberî pere û xebatên îstîxbaratê yên qirêj ên Qeterê disekinin."

El-Mismarî eşkere kir ku Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ji bo parastina cihên petrolê belavbûna xwe xurt kir û wiha domand: "Me komeke ji yekîneyên leşkerî bi hembû beşên wê ber bi herêma rojavayê Sirtê  ve şand. Em li gorî însyatîfa Misirê, lihevkirinên Berlînê û biryarên navdewletî tevdigerin û gihaştine nuqte û cihên gelekî girîng. Me êrişên xwe yên dijîber li ser milîsan rawestandiye."

Ehmed El-Mismarî got: "Di çarçoveya şopandinê û kontrolkirinê de diyar bû ku milîs dest bi amadekariyan kiriye û hewl dide serkeftinên xwe yên sextet li Terablusê wergerîne. Da kuk êrişeke nû li ser bajarê Sirtê yê stratejîk bide destpêkirin."

 


Mijarên Din