El-Mismarî : Dibe Erdogan bi hezaran terorîstan veguhezine Lîbyayê

Berdevkê Artêşa Lîbya general Ehmed El-Mismarî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku dibe sedema reva bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên girtî. El-Mismarî destnîşan kir ku Erdogan hewl dide terorîstan veguhezine  herêmên din û Lîbyayê jî yek jê ye.

Li gorî rojnameya El-Mutewest a Lîbyayê , El-Mismarî  got:‘‘Niha şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst ketine destên Tirkan. Tirkiyê jî hewl dide wan veguhezînin cihên ewle, dibe ku Lîbya yek ji van cihan, ji ber valahiya ewlehî bi taybet li herêmên Mesrata, Terablos û Ziware.”

Ehmed El-Mismarî da duyakirin ku Erdogan dê bi hezaran terorîstan veguhezine, ev jî dê metirsiyê li ser ewlehî û aramiya tevahiya herêmê çêbike.

Tê zanîn gelek dewletan li ser êrîşên Tirkiyê ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkildarî çarenûsa çeteyên DAIŞ`ê, ku li ba Hêzên Sûriya Demokratîk hatine girtin ne, hişyarî dan.

(rr)

 


Mijarên Din