El-Mihbaş:Berxwedana Kobanê berdewamiya berxwedana rizgarkirina Sûriyê ji terorê ye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebd Hamid El-Mihbaş têkildarî berxwedana Kobanê wiha anî ziman, dendika yekemîn a rizgarkirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê, berxwedana Kobanê bû.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Roja Cîhanî ya Kobanê nirxand.

Ebd Hamid El-Mihbaş got: “30 dewletên cîhanê piştevaniya berxwedana li dijî terorîstên li Kobanê hate meşandin kirin û DAIŞ`ê li vî bajarî  şikandin, berxwedana li dijî DAIŞ`ê heta 26`ê Çileya 2015`an hate meşandin û hêj berdewam e.

Her wiha El-Mihbaş diyar kir ku dendika berxwedanê ku bi serkêşiya QSD`ê ya ku cîhan tevahî ji terorê DAIŞ`ê xelas kir, li Kobanê destpê kir û li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên wekî Reqa, Tebqa û Dêrezorê belav bû.

El-Mihbaş îşaret bi berdêlên ku QSD`ê di oxira berxwedanê de dane kir û got, li dijî terorîstan serkeftin misoger kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber di nava axaftina xwe de bal kişand ser rola dewleta Tirk di zindîkirina DAIŞ`ê de û wiha dewam kir: “Kesên ku terorîst derbasî herêmên me kirin, rejîma Erdogan bû, derî ji wan re vekir û çek da wan, paşê dema DAIŞ`ê têk çûn, yekser bi rêya hezaran çete û DAIŞ`iyan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.”

El-Mihbaş da zanîn ku QSD`ê û hemû pêkhateyên herêmê li dijî çeteyan şer kirin û di oxira parastina serweriya Sûriyê, bi hezaran şehîd û birîndar dan, ji ber vê yekê ew ê bi vîn û hêza xwe herêmên hatine dagirkirin, ji Efrîn bigire, Bab û Carablusê re rizgar bikin.

Ebd Hamid El-Mihbaş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê rojê de careke din şervanên QSD`ê silav dikin û bejna xwe beramberî berdêlên di oxira terorîstan didin ditewînin. Em ê li pişta QSD`ê bin heta rizgarkirina xaka Sûriyê didin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din