El-Mihbaş: Keda şehîdan nakeve bazaran

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş anî ziman  ku destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bi destxistin nakevin bazaran.

Meclisa Sivîl a Tebqayê ji bo şermezarkirina binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konê çalakiyê li parka navenda çandê ya Tebqayê dan.

Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên Meclisa Qanûnsaz a  Tebqayê Hamid El-Ferec û Rewşen Hemê û hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed serdana çalakiyê kirin.

Ebid El-Mihbaş di çalakiyê de axaftineke kir, got, ku destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bi destxisin nakevin bazaran. Her wiha îşaretpê kir ku li hevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Rejîma Sûriyê de ji bo ku tu hincet ji dewleta Tirk re di dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nemîne, erka hikûmeta Sûriyê ye sînorên Sûriyê biparêze û rijandina xwîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê were sekinandin.

El-Mihbaş binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, binpêkirina agirbestê tevî pêkanîna Hêzên Sûriye Demokratîk aliya xwe ji peymanê şermezar kirin û lehengiya QSD`ê di Berxwedana Rûmetê de silav kir.

Çalakiya konvedanê wê heya 3 rojan bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din